Şehîd Xatîp Dag li ser gora xwe hat bîranîn
Xatîp Daga ku di sala 2002yan de li Edenê di serdegirtinên polêsan de hatibû qetilkirin di salvegera 14emîn a şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên wî ve li ser gora xwe hat bîranîn.
Hatîp Daga ku di sala 2002an de li Edenê di serdegirtinên polêsan de hatibû qetilkirin di salvegera 14emîn a şehadeta xwe de li Mêrdînê ji teref hezkirîyên wî ve li ser gora xwe hat bîranîn.
Bernameya bîranînê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.
Di bernameyê de Aldulkadîr Şanî axavtinek kurt kir û di derbarê şehîd û şehadetê de agahiyên girîng parve kir.Şanî di berdewama axavtina xwe de di derbarê heyata Şehîd Xatîp Dag de diyar kir ew emrê xwe bi xebatên îslamî borandiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehîd bi biçûkan re weke ku ew mezin bûn muamele dikir.Gelek zêde hêz ji zarokan dikir û her tim bi wan re eleqedar dibû.Însan li cem wî xwe di ewlehiyê de hîs dikir.Dema ku em rasta wî dihatin me bi wî re sohbet dikir.Ev sohbeta ku me bi wî re dikir me dibire dinyayeke din.Bi rastî jî jiyana şehîdan ji bona me mînak in.Dema ku em heyata şehîdan dinihêrin gelek mînakên xweş derdikevin pêşîya me.Ji ber vê yekê divê em heyata şehîdan baş bivekolin, hîn bibin û hîn bikin.”
Bernameya bîranînê bi kirina duayayn xelas bû. (ÎLKHA)