Doza Yasîn Boru taloqî 18ê Nîsanê hat kirin
5emîn niştina doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgozê ku di 6 û 8ê cotmeha 2014an de ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin taloqî 18ê Nîsana 2016an hat kirin.
Her weke ku tê zanîn di 6-7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yasîn Boru û hevalên wî ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin. 5emîn niştina doza ku tê de 17 kes bê girtin bi tevahî 34 kes dihatin darizandin taloqî 18ê Nîsanê hat kirin.
Di niştinê de heyeta mehkemê qerar da da ku Abdullah Turanê ku bersûc e bê girtin û heyet telebê tahliyeya 9 bersûcan a ku dozgeriyê kiribû jî red kir.
Heyeta mehkemê niştina 5emîn a dozê taloqî 18ê Nîsanê kir. (ÎLKHA)