Di doza Yasîn Boru de tehrîka mezin!
Di niştina çaremîn a doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz dihatin darizandin de ji ber ku bersûcek ji Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgozî re kurmancî got ‘Qenc bûye ku me vê yekê kiriye’ tehrîk çêbû. Her wiha ji ber ku lijneya dadgehê biryara dîtina girtî ya ji bo vê niştinê da gel bertek nîşan da.
Niştina çaremîn a doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên Kobanê ya 6-7ê Cotmehê de ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin do li Enqerê qediya.
Ji parêzeran Murat Sadak di dawiya niştinê de diyar kir dema ku navber dane niştinê bersûcek ji Mehmet Gokgoz bavê Hasan Gokgozî re kurmancî wek ‘Qenc bûye ku me vê yekê kiriye’ tehrîk kiriye. Piştî vê rageşiyê dadgeh biryar da ku dê niştinên din wek girtî werin lidar xistin. Ji ber vê biryarê Sadak bertek nîşan da.
Sadak desnîşan kir dama ku navber dane niştinê bersûcek bi axavtina xwe gel tehrîk kiriye. Ji ber vê yekê salon hatiye valakirin. Sadak dûvre wiha axavtina xwe domand: “Piştî ku salon hat valakirin parêzer bi hinceta ewlehiyê diyar kirin ku dê ew parêzerî nekin. Heke pirsgirêka ewlehiya canê hebe ewlehiya canê me tune. Mixatabê vê pirsgirêkê jî em in. Bersûcan di dadgehê de piştî parêzeriya xwe daxwaziya tehliyeya xwe kirin. Mixabin meqama idîayan tehliyeya 9 bersûcan xwest. Ev yek şaşker bû. Binasiya vê daxwaziyê ew bû ku bersûc neyên diyar kirin. Lê dozger heta ku bersûc nehatin diyar kirin daxwaziya girtina wan nekir. Li vir bi bixwe re ketin dijayetiyê. Dema ku biryara domahiya girtina van 17 kesan hat dayîn û her wiha biryara girtina bersûcekê ya ku bê girtin dihat darizandin hat dayîn. Vê dozê jî taloqê 18ê nîsanê kirin.”
Şexsa tehrîkger Sedat Çobanê ku serê Yasînî bi kevirê pelixandibûn bû
Her wiha gor agahiyên ku ji şahidan hatine bidestxistin di mehkemê de şexsa ku bi Kurmancî wek ‘Qenc bûye ku min vê yekê kiriye’ axiviye Sedat Çobanî ku Yasînî ji tebeqeya 3 yemîn avêtiye û serê wî bi kevirê pelixandiye û dûvre wî bi molotofan şewitandiye.
“Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê:Me dîmenên wê rojê jê biriye”
Sadak destnîşan kir ku di mehkemê de pirsîne gelo dîmenên bûyerên 6-7 Cotmeha 2014an di Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê de heye an ne ev pirs wiha hatiye bersivandin: “Wek ku tê zanîn di vê bûyera cinayete de hatiye tehqîq kirin gelo dîmenên MOBESEyê hene ya ne. Ewlehî vê yekê di serî de nekir. Rastî dîmenên vê heye. Lê bi tu şiklê van dîmenan daxilê dosyayê nekirine. Di nivîsa ku ji me re hatiye tê de diyar e ku dîmenên heta saeta 14.28an heye. Lê dîmenên ji wê saetê pê ve ‘ji teref me ve hatiye malaştin” Ew roj diyarbekir wek dûjeh e. Li her derê bûyer diqewime. Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê jî dibêje ‘Me dîmenên wê rojê jê biriye.’ Wek ku me di serî de diyar kiribû Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê jî têkiliya wê bi van bûyeran re heye. Herî kêm di nav îxmalkariyê de ye. Hûn jî dizanin ku gelek qeydên 155ê heye. Digel telefonkirina mexdûran polês neçûye ciyê bûyerê. Dûvre Waliyê Diyarbekirê dibêje heke me polêsên xwe derxista derve dê şehîd çêbûna. Ev yek raste rast dide nîşandan ku di vê mijarê de îhmalkarî heye. Delîl hatine berhev kirin lê delil di dosyayê de tune. Vê yekê şahidên veşartî jî anîn ziman.”
Parêzer Sadak provoqasyona PKKyiya di niştinê de wiha diyar kir: “Me navber dabû mehkemê û em derdiketin derve ku bersûcek ji Apê Memet re dibêje ‘Qenc bûye ku min vê yekê kiriye’ û provoqasyon kir. Mimkûne ku bav di hemberê vê yekê de tehrîk nebe? Dema ku mirov xwe dixe şûna yekê de mirov di hemberê vê yekê de nikare bi dest û pê xwe. Ji ber vê yekê gengeşiyekê çêbû û me Apê Mehmet aram kir û em ji salonê derketin.”
“Niştina girtî, ji darizandina adilane re çewt e”
Sadak destnîşan kir ku dadgeh piştî ku ev rageşî çêbû heta biryarekê din were dayîn dê niştin wek girtî were dîtin. Dûvre Sadak axavtina xwe wiha domand: “Niştina girtî, ji darizandina adilane re çewt e. Em dê vê yekê îtiraz bikin. Vê dozê Tirfkîye dişopîne. Ev biryar dide nîşandan ku dadgeh nikarê ji heqê vê dozê derkeve. Ji ber vê yekê me daxwaziya ‘reda hekim’ kir. Her wiha salona ku niştin tê de dihat dîtin teng e.” (ÎLKHA)