Ji HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyani
Di nirxandina ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derbarê Doza Yasîn Boru, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û di derbarê çend mijarên din de daxuyaniyên girîng hat dayîn.
Di nirxandina ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derbarê Doza Yasîn Boru, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ziyareta ku ji teref Davutoglu ve li Îranê hat kirin, destnedayîniya parlementeran û di derbarê çend mijarên din de daxuyaniyên girîng hatin dayîn.
Di daxuyaniya ku di derbarê rojevê de ji teref HUDA PARê ve hatiye dayîn de di derbarê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ev nirxandin hatin kirin: “ Jin dêya temamê civakê ye û mîmara inşaya malbatê ye.Ji ber vê yekê salê rojeke tenê bibîranîna jinan ne yê qebûlkirinê ye, her wiha ev tişt ango sala carekî bîranîna jinan ji teref jinan ve tê qebûlkirin ku ev yek jî me xemgîn dike.Dinyaya emperyalist û kapîtalîst di bin navê ‘ Azadkirina Jinan û Jinan re Wekhevî’ de ji bona jina zêdetir dagir bike li dijî fitrata jinan tevdigere û hewl dide da ku wan ji mal, zilam û hesta dêtiyê û ji têgihiştina namûsê dûr bike.”
Di daxuyaniya ku tê de hat diyarkirin divê jin di nava salekê de tenê rojekê neyên bibîranîn di derbarê jinan de wiha hat ragihandin: “Em ji ummeta wî pêxemberê ku dibêje di derbarê jinan de ji Xwedê bitirsin in.Em wek ummeta wî pêxemberê ku di derbarê jinan de vê gotinê dibêjê divê em zanibin roja jina di naveyna salekê de ne tenê rojek e û divê jin di temamê rojên salê de bên bibîranîn, divê misliman di warê riayetkirina heqan de ji ber emrê Îlahî hesas bin, divê em li dijî wê zilma ku li jinan tên kirin bisekinin.”
“Divê ew misyona ku ji bona jinan ji teref Xerba Emperyalîst a ku dijminê însanetîyê ye û hişkbawer e ve hatiye amadekirin were dîtin”
“Her weke ku tê zanîn dinyaya Emperyalîst hewil dide di bin navê ‘Azadkirina Jinan’ de jinan têne bihêle, wan ji hesta dêtiyê dûr bike, wan bê mihefize di holê de bihêle û piştî ku van tiştan kir re jî hewl tê dayîn da ku jin bibe wek objeyekê û bi vî awayî daxwaz dikin da ku ji ser jinan rantê bi dest bixin.Divê ji van tiştên ku tên xwestin ku bên kirin haydar bin û li dijî van kiryarên ku tên xwestin bên kirin, jin bên agahdar û ronî kirin da ku ev armanç û hedefên wan ên melun werin xerakirin. Her weke tê zanîn hêj berî vê 2 qerna ev Xerba Emperyalîst di meclîsên xwe de nîqaşa ‘Gelo jin însan e?’ dikirin ku ev yek jî hişkbawerî û dijmintiya ku bi însanan re tê kirin nîşan dide.Bi vî awayî di vê çarçovê de divê bê dîtin ew Xerba Emperyalîst berî vê du qernaji jinan re çi misyon diyar kiribe îro jî armanc û hedefên wan ên di derbarê jinan de ne cuda ne.Her wiha divê neyê jibîrkirin sedema êrîşên ku li jinan tên kirin ev têgihiştin e.”
“Heta ku temamê kesên mesûl cezayên ku heq dikin bixwin em ê taqîbkerê vê dozê bin”
Di daxuyaniya ku hat weşandin de di derbarê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku bi şikleke wehşîyane hatine qetilkirin de jî wiha nirxandin hatin kirin: “Ji wê pêvajoya ku kesên ku ji qatlîamê re bûne sebeb û amîrên adlî û mulkî yên ku wezîfeya xwe bi cî neanîne di derveye darizandinê de tên hiştin ne mimkûn e ku edalet derkeve.Dozeke ku tê de lêkolîneke baş nayê kirin, delîl bi temametî nayên berhevkirin û delîl ji mehkemê tên veşartin, tenê ji çend kesên kujer re ceza tê birîn ku em bi vî awayî girtina vê dosyeyê re razî nabin û heta ku temamê kesên mesûl cezayên ku heq dikin bixwin em ê taqîbkerê vê dozê bin.”
“Tenê ji bona parlementeran rakirin destnedayînî tênîn rojevê ku ev yek jî bi meqsed e”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê mijara rakirina destnedayîniyên parlementeran de hat ragihandin ji ser HDP cardin vê yekê ji bona berberiya siyasî anîne rojevê û wiha pê de hat çûyîn: “Her parlementer teleb û fikrên civaka ku temsîl dike tîne ziman ku ev yek jî mîsyonên wan in.Divê pêşîya wan sûcên ku di bin zirxa destnedayînê de tên kirin bên girtin ku ev yek ji teref civatê ve jî xweş nayên dîtin. Tenê ji bona parlementeran rakirina destnedayînî tênîn rojevê ku ev yek jî bi meqsed e.”
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin bi temametî rakirina destnedayîniyan ew ê heyata siyasî têxe bin zexta burokrasiye.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên ku di dema ziyaretê de û piştî ziyaretê de hatin kirin ji bona çareseriya pirsgirêkên herêmî yên welatên Îslamî re girîng in û hêvî didin. (ÎLKHA)