Şehîd Arif ji teref hezkiriyên wî hat bibîranîn
Nişteciyên Gundê Çengiliya (Yaygin) Mûşê Mela Arif Keserê ku di sala 2002an de li Edenê hatibû qetilkirin li ser gora wî bibîr anîn.
Mela Arif Keser di sala 2002an de li Edenê di encama sergirtinê de di nav mala wî de hat şehîd kirin. Nişteciyên Gundê Çengiliya (Yaygin) Mûşê Mela Arif Keserê ku 14 sal berê li ser gora wî bibîr anîn.
Keser berê li ser gora wî hat bibîranîn û dûvre qala serpêhatiyên wî kirin. Piştî vê yekê Mela Hesen Ozçelîkê ku him xizm him jî gundiyê şehîdî ye axavtinekê kurt kir. Ozçelîk diyar kir ku bi wesîla şehîdî îslamiyetê nas kiriye. Ji ber vê yekê ji şehîdê re minetdar e.
Di bernameya ku ji bo şehîd hat lidar xistin de Mela Nîzamedîn Yaçîn di derbarê tekoşîna Îslamî, şehîd û şehadetê de axivî.
“Karê herî mezin rêwîbûna di vê rêyê de ye”
Mela Nîzamedîn wiha axivî: “Ev mijarekê gelek girîng e. Ev mijarekê dozê ye. Ev doz, doza berjewendî, kesayet û meqamê nînin. Ji xwe tişta herî girîng jî ew e ku mirov rêwîya vê rêya hanî pîroz bibe. Mirov ji Xwed Teala re bibe evd. Xwedê Teala me wek evd xwiliqandiye û ji me re dibêje ji bom in wek evd bijîn. Evditiya ji Xwedê Teala re asta herî bilind e. Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de di gelek ayetan de qala vê dike.”
Mela Nîzamedîn bal kişand ku dîroka tekoşîna Îslamê bi Habîl û Kabîl re dest pê kiriye. Dûvre Mela axavtina xwe wiha domand: “Di beriya me de rêyekê heye. Di vê rêyê de heta em bimirin Xwedê Teala ji me îtaetê dixwaze. Mislimanan li hemberê taxûtan serê xwe netewandin. Hertim tîk sekinîn û bûn şehîd. Ev tekoşîn ji Habîl û Kabîl dest pê dike. Kesên wisa hêja di vê rêyê de canê xwe fida kirine. Dê piştî vê yekê jî ev bidome.”
“Em hemî şivan in û berpisyar in”
Mela axavtina xwe wiha domand: “Di beriya me de rêyekê heye ku mirov dibe behişte. Ev jî şehadet e. em tekoşîna vê rêyê didin. Divê ku em bihev re xizmeta vê rêyê bikin. Di vê rêyê de em hemî şivan in û berpisyar in. Ji destê kî çi tê divê ku bike.” (ÎLKHA)