Gundemê heqaretî Hz. Muhammed kir
Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di xeza PKKê de weşanê dike di hejmera xwe ya îro de bi karîkatureke ku xez kir heqaret li Hz. Muhammed kir.
Her weke ku tê zanîn PKK û niçikên wî di her firseta ku bidestdixin de heqaretî pîroziyên Îslamê dikin ku îro vê kirina heqaretan domandin.
Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di xeza PKKê de weşanê dike di hejmera xwe ya îro de(9ê Adara 2016an) di karîkatura ku weşand behsa hadîsa şerîf a di derheqê pîrekan de ji teref Pêxemberê me ve hatiye gotin ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye ‘hat kirin û bi vê karîkatura ku hat xezkirin heqaret hat kirin.
Her weke ku tê zanîn berî niha jî çendîn car ji teref PKKê û hinek saziyên ku niçikên wî ne ve heqaret li pîroziyên Îslamê hatibûn kirin .Di serî de xelkê Kurd ên misliman û her wiha raya giştî ji van heqaretên ku hatibûn kirin re bertek nîşan dabûn.
Her weke ku ew ê bê bîran sazîninan ku di xeza PKKê de ne berî niha li Silopiyê hinek pîrekên bi çarşef li zîncîran xistibûn û bi vî awayî heqaret li tesettûra pîrekan kiribûn ku di pey vê bûyerê de êdî cardin heman tişt li Diyarbekirê di pêşangeheke ku ji teref Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve dihat destekkirin de berdewam kiribû.
Di fealiyeta ku ji teref HDPê û saziyên ku li dûv wan ve diçin de di bin navê ‘ Roja Piştevanî û Mucadeleya li Dijî Şideta ku li Jinê tekirin ‘ de zîncîr li destê pîrekên ku çarşef li xwe kiribûn xistibûn û pankartên ku hîcap û çarşefê xistibûn hedef hatibûn vekirin.Ev kiryar di raya giştî de hatibû dîtin. Ew kes bi vî awayî hewl dabûn da ku nîşan bidin pîrekên bi çarşef esîr in.
Di van bernemayên ku hatibûn kirin de heqaret li şîarên Îslamê hatibû kirin û afîşên mîna ‘ Namûs kabûseke civakî ye’ hatibûn vekirin.Di heman bernameyên ku hatibûn kirin de Hevserokên Navçeya Sîlopiyê yên HDP û DBPê, endamên Kurdî-Derê, Dêyên Meclîsa Aştiyê û jinên ku endamên KESKê bûn beşdarî bûbûn.
Sala borî jî tabloyên bi navê NU, di Salona Pêşangehê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn û li Pêşangeha Hûnerê ya Ameda Sumerparkê hat weşandin de jî çarşaf wek sembol û nîşaneya esîriyê hatibû nişandan û bi zîncîr kirina destê pîrekên bi çarşef, helwest û tewrên xwe yên li dijî Îslam û şîarên Îslamê ew kes nîşan dabûn.
Di bernameya ku qala wê hat kirin de Seroka Şeradariya Mezin Gultan Kişanak û her wiha gelek rayedarên HDPyî cihên xwe girtin û heqareta ku hat pêşandan re çepkan dan.
Dîsa sala borî weke tê zanîn Şaredariya Yenîşehîr a HDPyî karîkaturên ku berî niha li Danîmarkêyê hatibûn weşandin û di wan de heqaret li Hz. Muhammed hatibûn kirin li navenda bajêr bi bîllboardan ve daleqandibû.Ev bîllboardên ku hatibûn daleqandin ji teref xelkê Diyarbekirê ve hatibûn derxistin.
Ev kiryar û fealiyetên ku ji teref PKKê û niçikên wî ve tên kirin wek provakasyoneke mezin tên nirxandin.Her weke li ber çavan e PKK û niçikên wî her roja ku derbas dibe van êrîşên xwe yên li dijî Îslamê bi şikleke aşkere dikin.
Karîkatura ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatiye weşandin bi dest Xelîl Încesu hatiye xezkirin ku kirina van heqaretan ne ya ewil e.Di karîkatura ku di Rojanameya Ozgur Gundemê hat weşandin de heqaret li hadîsa Pêxemberê ya ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye’ hat kirin. Ev karîkatur him di rojnameyê de hat weşandin û him jî di malpera înternetê jî hat weşandin.Berî niha car din dîsa Xelîl Încesu heqaret li Hz. Adem û Hawa kiribû.
Her weke ku ew ê bê biran dîsa di sala 2015an de ji teref Lijneya Jinan a Şaredariya Îpekyoluya Wanê ve li Parka Sanatê ya ku li ser Kolana Cumhuriyetê ye pankarteke ku dijberiya Hz. Muhammed dihat kirin hatibû daleqandin. Di pankarta ku hatibû daleqandin de nivîsa ‘EM NE EMATEN IN, EM JIN IN” hatibû nivîsandin ku bi vê gotinê ev hedîsa pêxemberê me ‘ Jin ji we re emanetên Xwedê ne” hatibû hedefgirtin.(ÎLKHA)