Li Nisêbînê dengê çekan nasekine
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji ber ku ji doh pê ve dengê teqîn û çekan zêdebûye gel diltirs e.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdîna ku ji destpêka bûyerên herêmê heta îro 6 caran qedexeya derketina derve çêbûye ji doh pê ve ji ber ku dengê çek û teqînan zêde bûye gel diltirs e.
Di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê de nêzê 200 çal û berîqet hene. Ji ber ku ji doh pê ve dengê çek û teqînan zêde bûye gelê navçeyê jî diltirs e.
Ev bûyerên ku di navçê de diqewime bûye sedema nirxandina qedexeya derketina derve yê nû û dirêj. Her wiha hat ragihandin navçeya ku nifûsa wê nêzê 120 hezaran bû niha ji vê 120 hezarê 50 hezarê wê koç kiriye. (ÎLKHA)