HUDA PAR destek da xweserîkirina Dîyanetê
HUDA PAR destek da teklîfa Serokê Karên Dîyanetê ya ‘Diyanet divê bê xweserîkirin’.
Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Her weke ku tê zanîn Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Gormez di daxuyaniya ku da çapemeniyê de diyar kiribû ku divê medreseyên li rojhilat cardin bibin xwedîyê statuyeke yasayî û Saziya Diyanetê jî divê bibe xwedîyê nasnameyeke xweserî.Em van daxuyaniyên ku hatine dayîn ji hêla rabûna wesayeta pêwendiya dîn û dewletê ve girîng dibînin.
“Ew telebên ku Serokê Karên Diyanetê anîne ziman girîng in”
Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin telebên ku Serokê Karên Diyanetê anîne ziman girîng in û wiha pê de hat çûyîn: “Fealiyetên medreseyên li herêma Kurdistanê bi qanûna Tevhîdî Tedrîsat hatibû rakirin ku ev medresê ji bona heremê pir girîng bûn. Ji hêla bidawîbûna van zilman ve telebên ku Serokê Karên Diyanetê anîne ziman girîng in.Her wiha em dixwazin diyarbikin teklîfên mîna vê yên ku ji bona mesleheta civatê êrenî û çêker in divê werin nirxandin.”
Divê Serokatiya Karên Diyanetê ji nû ve bê vesazkirin û bibe xwedîyê statuyeke xweser
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin divê diyanet ji bin wesayetê xelas bibe û bibe xwedîyê statuyeke xweser, dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Her weke ku me di bernameya partiya xwe de diyar kiribû divê dewlet wê salahiyeta şekildayîna dînan bi xwe re nebîne. Di vê çarçovê de her weke ku Cenabê Gormez diyar kiriye divê diyanet ji nû ve bê vesazkirin û bibe xwedîyê statuyeke xweser.”
Divê medrese demildest bên îhyakirin û ji bona ku statu ji medreseyan re bê dayîn tiştên pêwîst bên kirin
Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin divê medrese demildest bên îhyakirin û wiha dawî li axavtinê hat dayîn: “ Her weke me di bernameya partiya xwe de diyar kiriye ‘ Dewlet bi xwe jî nikare mudaxeleyî bawerîya hemwelatîyê xwe bike.Divê li dijî dîn û dîndaran re nebe zext û zordar.Dewlet nikare diyar bike ka ew ê hemwelatiyên wî ew ê bawerî kîjan dînî bikin û ew ê çawa bawer bikin, nikare mudaxeleyî bawerîya wî bike.Ji kê tê bila bê ferq nake divê dewlet mudaxeleyî temamê zext û zordariyan bike.’ Em li benda kesên rayedar in ji bona îhyakirina medreseyan û dayîna statuya ji medreseyan re wezîfeya ku li ser wan e bi ehemmiyet bi cî bînin.” (ÎLKHA)