Ozgur-Der HUDA PARê ziyaret kir
Lijneyek ji Şaxa Elihê ya Ozgur-Derê Serokatiya Bajêra Batmanê ya HUDA PARê ziyaret kir.
Arîkarê Serokê Şaxa Elihê ya Ozgur-Derê Şefîk Sevîm û heyeta pê re Serokatiya Bajêra Batmanê ya HUDA PARê ziyaret kir.
Lijneya Ozgur-Derê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok û Serokê Bajêr Mehmet Emîn Dogru ve hat pêşîwazîkirin.
Di ziyareta ku hat kirin de her du rex jî di derbarê çend mijarên ku di rojevê de ne de bi hevdû şewirîn û nexasim jî di derbarê heqareta ku li hedîsa pêxemberê me hatiye kirin de nirxandinan kirin.Di ziyaretê de hat ragihandin ev heqareta ku ji teref Rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye kirin nayê qebûl kirin.(ÎLKHA)