Li Edenê Gundem hatin lenetkirin
Ji teref Koordînatoriya Edenê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi karîkatirekê heqaret li Hz. Muhammed kiribû hat telînkirin.
Her weke ku tê zanîn berî vê çend roja di rojnameya Ozgur Gundemê de karîkaturek hatibû weşandin ku di vê karîkaturê de heqaret li hadîsa pêxemberê me hatibû kirin. Evîndarên Pêxember ên Edeneyî ji bona vê heqareta ku hatiye kirin telîn bikin piştî nimêja înê li Meydana 5 Ocakê civiyan û lenet ji Rojnameya Ozgur Gundemê re anîn.Gelek STK û Serokê Bajêra Edenê yê HUDA PARê jî beşdarî bernameya daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm daxuyaniya çapemeniyê ji teref Koordînatorê Edenê yê Platforma Evîndarên Pêxember Îsa Emre ve hat xwendin.
Di daxuyaniya ku ji teref Îsa Emre ve hat xwendin de ew heqareta ku ji teref Ozgur Gundemê ve hatiye kirin hat şermezar û telîn kirin.Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi tevlîbûna girseyeke mezin hat lidarxistin de ev peyam hatin dayîn: “Hinek kes dixwazin li welatên mislimanan kar û kiryarên nebaş têxin nav mislimanan. Ji teref hemû kesî baş tête zanîn ew rojnameya ku niçikê PKKyê çi qas dijmintiya Îslamê dike.Tu ferqa wî tolazê ku di Ozgur Gundemê de ye û keşeyê li Emrîkayê ji hev tune ye.Ew kesên ku îddîadikin li ser navê Kurdîtiyê derketine rê ji kufrîtiyê pê ve tu tiştî nakin.Zihniyeta PKKê di her firseta ku dibînê de dijmintiya xwe ya li dijî Îslamê derdixe holê. Lenet li zihniyet û têgihiştineke bi vî awayî be.”
Di dawiya ku daxuyaniya ku hat xwendin de hat diyarkirin xelkê Misliman ew ê vê kiryar û helwesta bi qustaxî efû meke.(ÎLKHA)