Yapicioglu ji nû ve bû serokê HUDA PARê
Li Enqerê di Kongreya Mezin a Asayî ya 2 yemîn a HUDA PARê de Zekerîya Yapicioglu ji bo Serokatiya Giştî ya HUDA PARê ji nû ve hat hilbijartin.
Haziriyên kongreya HUDA PARê berdewam dikin
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê ew ê sibe li Enqerê li Qesra Pêşangaha Werzîşê ya Ataturkê bê tertîpkirin.Beriya kongreya sibe temamê haziriyan berdewam dikin.
Arîkarê Serokê Giştî Erdal Elîbuyukê ku ji danasîna çapemeniyê berpirsîyar e di derbarê haziriyên kongreya sibe de agahî parve kir. Elîbuyuk di derheqê kongreyê de diyar kir haziriyên wan ew ê îşev bî dawî bibin û ew ê ji wextên êvarî pê ve temamê teşkîlatên wan werin Enqerê.
Elîbuyuk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kongreya me ew ê sibe di seat 10.00an de dest pê bike.Ji derveye welêt û ji nava welêt ew ê mêvanên me bên.Em temennî dikin kongreya me di nava aramîyê de xelas bibe û encamên wê jî ji xelkê me û ji welatê me re bibin wesîleya xêran.”
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PAR dest pê kir
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê li Enqerê tê tertîpkirin dest pê kir. 976 delege beşdarî vê kongeraya ku dest pê kiriye bûn.Bi hezaran kes di wextên şeveqê de hatin cihê kongreyê ya ku lê dihat tertîpkirin û cihê xwe li salonê girtin.
“Ji bona Hizûrê Edalet û ji bona Edaletê jî HUDA PAR”
Li salona werzîşê ya ku kongrê lê tê tertîpkirin hat dîtin ku salon bi alên zer, kesk û spî hatine xemilandin.Li salonê her wiha hat dîtin pankartên cûrbecûr hatine daleqandin ku li ser van nivîsên mîna ‘ Ji bona Hizûrê Edalet û ji bona Edaletê jî HUDA PAR’, ‘Doza me Azadî, Edalet Biratî û Aştî ye’, ‘Heviya Gelan HUDA PAR’
Di destpêka kongreyê de bi Kurdî, Erebî û Tirkî marş hatin bilevkirin.Gelek rîspî, temsîlkarên STKyan û partiyî beşdarî kongreyê bûn.Li salonê hat dîtin ku ji bona pîrekan ciheke cuda hatiye veqetandin.Dema ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu têkete salonê beşdarvanên li salonê bi hatine Yapicoglu kêfxweş bûn.Yapicioglu digel têketina xwe ya salonê slavên xwe ji kesên ku beşdarî kongreyê bûne re pêşkêş kir.
Ji nava welêt û derveyê welêt gelek mêvan beşdarî kongreyê bûn.Navên mêvanên ku beşdarî kongreyê bûne bi vî awayî hatin ragihandin: “Ji Komalaya Îslamî Ehmed Cemal, Ji Partiya Demokrata Kurdistan Dr. Xelîl Amedî, ji AK Partiyê Burhanettîn Uysal, Ekrem Çelebî Fazli Taşkan, ji Hak Parê Osman Sezgîn, Ehmet Kanî û Omer Mîranî û her wiha ji BBPê jî Unsal Karabulut.
Nûnerê Mesûd Barzanî beşdarî kongreya HUDA PARê bû
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê îro di seat 10.00an de bi keleceneke mezin û digel beşdarbûna gelek mêvanên ji nava welêt û derveyê welêt dest pê kir.
Ji Kurdistana Başûr Rêvebirê KDPê Ehmed Kanî jî beşdarî bernamê bû. Ehmed Kaniyê ku beşdarî kongreyê bû axavtinek kir. Kanî di axavtina xwe de diyar kir ew ji Kurdistana Başûr silavên Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî ji wan re aniye.
Kanî di axavtina ku kir de ji HUDA PARê serkeftin daxwaz kir.
“Em ê bi teleba makeqanûneke edil di sehneya siyasetê de bin”
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê de axavtinek kir.Yavuz di axavtina ku kir de diyar kir ew ê bi teleba makeqanûneke edil di sehneya siyasetê de bin.
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bona însanên ku bawerî anîne û weke ku ji wan re hatiye gotin di rêya rasterast de ne di demeke ku tê de tê gotin ‘Siyaset bêyî menfeat û derewan nayê kirin’ de kirina siyaseteke dirist ne hêsan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bi namzedekî rast windakirinê ji bi namzedekî çewt serketinê re tercîh dikin.Em mensûbên têgihiştineke bi vî awayî ne ku di vî warî de em bi şiûra hesabdayîna ji Xweda Telala re ya hemû axavtin, soz û gavên ku em ê biavêjin tevdigerin.Ji roja ku em hatine damizrandin vir ve me ji gotina tiştên ku em dizanin rast in û li feydeya milletê xwe neda paş û ji vê gotinê jî em netirsiyan.”
Yavuz di derheqê xebatên hilbijartinê û kirina siyaseta çewt de nirxandininan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em van îhlalên ku di warê kirina siyasetê de û di xebatên hilbijartinan de tên kirin û neheqiyên ku li însanan tên kirin wek îhlala heqê evdan dibînin.Ji ber vê yekê me xwe ji tenê kirina rexnê û siyaseta xeyrî exlaqî da hêlekê.Me ji dêla van de pêşniyazkirina çareseriyan û bikaranîna uslûbeke paqij kire bingeha siyaseta xwe.Em makeqanûneke nû ya ku zextên tu dînekî an bêdinitiyê an jî îdeolojiyê li tu kesî nake teleb dikin û em ê bi vê armancê di sehneya siyasetê de cihê xwe bigirin.”
Yavuz di dawiya axavtina xwe de qala rewşa xirab û nebaş a welêt kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ê hewl bidin da ku ji bona di erdnigarîya me ya ku bûye gola xwînê de bibin ‘Umûd û Xelaskar.’ Her wiha em vê misyona xwe bi ezm û qerar û bi bangeke bilind îlan dikin.”
“Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin”
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARÊ berdewam dike.Serokê Giştî yê HUDA PARê di kongreya ku tê tertîpkirin de axavtinekê kir. Yapicioglu di axavtina ku kir de qala mafên meşrû yên Kurdan kir û wiha diyar kir “Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya çaresiriyê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku me partiya xwe damzirand meseleya Kurdan dihat axavtin.Pêvajoyeke ku bi navê pêvajoya çareseriyê dihat binavkirin dest pê kiribû. Lê di pêvajoya çareseriyê de azadî û heqên esas dibûn mijara bazariyê.Di zemîneke çewt de bi rê û rêbazên çewt hewl dihat dayîn da ku mesele bê çareserkirin û ji derdorê re dîmeneke bi vî awayî dihat nîşandan.Wê demê me çewtî û xeletîyên pêvajoyê bi dengeke bilind bang dikir.Me got ku, pênasa meselê xelet tê kirin, sedema muşkîlê rejîma kemalîst e, hûn ji ser encaman de derdikevin rê û hewl didin da ku bêhna çiravê ji rastê rabikin, hûn bi mêşan mijûl dibin. Eger ku hûn çiravê ziwa nekin ew ê ew bêhna pîs cardin derkeve holê, ew ê di çiravê de dîsa mêş çêbibin. Me van tiştan yek bi yek got. Kesên ku ji pergalê re vaziyet dikirin bi me de xeyidîn û tehemmul nekirin ku dengê me bê bihîstin.Vaye encam di holê de ye.Xwezî çareseriyeke adil derketiba holê.Baş e gelo çareserî çi ye? Çareserî ji nû ve tesîskirina edaletê ye.”
“Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji enqaza Sûrê a niha jî perçeyên cesedan derdikevin û ji sikakên Nisêbînê jî bêhna miriyan tê.Yapicioglu dû re wiha pê de çû: “Ji xortên Kurdan re muameleya kerên mayinan kirin.Ji bona ji xwe re rê vebikin wan şandin kuştinê.Xwezî rêya ku dixwastin vebikin rê bana.Di navenda bajêran û rêyan de bi tonan bombe bi cî kirin û diteqînin.A niha dest bi xerakirina gundan kirin.Gelo encam bû çi? “Telebên meşrû yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayê bihîstin.Meseleya Kurdan ji nû ve dîsa tenê wek muşkîleya asayîşê tê dîtin.Berî niha jî min gotibû û ez dixazim cardin ji vê derê bibêjim.Ji qetilkirina her însanê ku bi teqemenî û mayinên rêxistinê tên qetilkirin û ji her malên ku tên xerakirin dewlet jî berpirsîyar e. Ev dorhêla pevçûnê bi şikleke aşkere dihat.Ev qas teqemenî di rojekê de nehat bicîkirin û ev qas çek û sileh di rojekê de nehatin belavkirin.Ew kesên ku ji parastina can û malê xelkê mesûl bûn vê yekê tenê temaşa kirin û îxtîmalê ku ji vê re zemîn hatibe tesîskirin.Ji rexê din ve ji wan malên ku bi berikên tankan xera dibin û ji mirina her însanê ku bi berikên polês û eskeran dimirin ew kesên ku van pevçûnan kişandina navenda bajêran mesûl û berpirsîyar in.Heta ew kesên siyasetmedar ên ku ji vê yekê teşwîqan dikirin û ew kesên ku ji bicîkirina taqemeniyan a sikakan re bêdeng diman jî ji van mesûl û berpirsîyar in.”
Yapicioglu di dawiya axavtina ku kir de diyar kir divê zimanê xelkê Kurd jî bibe zimanê fermî û divê pêşîya li mektebên dewletê dayîna dersen bi Kurdî bê vekirin.
Namzedê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Yapicioglu
Hat ragihandin ji bona namzediya Serokatiya Giştî yê HUDA PARê re cardin Zekeriya Yapicioglu hat pêşniyazkirin.
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê berdewam dike.Hat hînbûn ji bona namzediya Serokatiya Giştî yê HUDA PARê cardin Zekeriya Yapicioglu hatiye pêşniyazkirin.
Wiha tê xuyakirin di hilbijartina ku ew ê bi namzed û lîsteyekê tenê bê kirin de ji Serokatiya Giştî yê HUDA PARê ji nû ve Zekeriya Yapicioglu bê hilbijartin.
Yapicioglu ji nû ve bû serok
Li Enqerê di Kongreya Mezin a Asayî ya 2 yemîn a HUDA PARê de Zekerîya Yapicioglu ji bo Serokatiya Giştî ya HUDA PARê ji nû ve hat hilbijartin.
Li Enqerê di Salona Werzîş û Pêşangeha Ataturkî de Kongreya Mezin a Asayî ya 2 yemîn a HUDA PARê hat lidarxistin. Di encama hilbijartina ku li kongreyê pêk hat de Yapicioglu ji nû ve bû Serokê Giştî yê HUDA PARê.
Di hilbijartina ku bin sloganên ‘Siyaseta Rast, Edaleta Rast, Doza Azad, Dinyaya Azad’ hat kirin de hilbijartina Serokatiya Giştî û GÎKê, Endamên Meclîsa Şûrayê û Disîplîna Navendê ji hev cûda pêk hat. Di hilbijartina ku ji 974 delegeyan 651 kesî ray avêtin de Zekeriya Yapicioglu ji nû ve wek Serokê Giştî yê HUDA PARê hat hilbijartin.
Yapiciogluyê ku ji bo axavtina sipasiyê çû kursiyê û piştî ku hemd ji Xwda re kir wiha axivî: “Di Kongreya Asayî ya 2 yemîn de we carek din jî vî barê giran danî li ser milên min. Beriya kongreyê em li birayên xwe şêwirîn. Em bi yek lîstê çûn kongreyê. Birayên me vî yekê minasib dîtin. Carek din jî em bi vî peywirê re mişeref bûn. Wek delege we bi rayên xwe vî yekê tesdîq kir. Gelî birayên min! Ji ber tevecûha ku we daye nîşandan ez teşekûr dikim. Xwedê Teala dema ku em vî barê giran hildidin qiwet bide me. Ez niyazmendê duayê we hemiyan im. Doza me hizûr, aramî û biratî ye.” (ÎLKHA)