Di salvegera xwe de Şehîd M. Emîn Ulku
Şehîd Muhemmed Ulkuyê ku di 11ê Hezîrana 1992an de li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin di salvegera xwe de ji teref hevalên wî de qala şexsiyeta wî ya nimûne hat kirin.
PKKyê xwînxwar a ku ji xwîna mezlûm û belengazan hebûna xwe didomîne di 11ê Hezîrana 1992an de li navçeya Farqîna Diyarbekirê mezlûman ji xwe re kiribû hedef û di encama vî yekê de M. Emîn Ulkuyê şehîd kiribûn.
Muhemmed Emînê ku di sala 1972yan de li Gundê Mala Alikê ya girêdayê Farqînê hat dinê. Dema ku 6-7 salî bû wan mala xwe birin Farqînê û li wir dest bi dersê Erebî û Qur’anê kir.
Muhemmed Emînê ku pir exlaq xweş bû piştî ku doza Hîzbullahî nas kir hêj dema ku di pola 3yemîn a xwendegeha navend de bû dest bi xizmeta Îslamî kir. Muhemmed Emînê xwedî ilm ji ber ku dengê wî pir xweş bû di dawet an jî teziyeyan de gelek kesan mest dikir.
Şehîd, di medreseyên ku dixwend de hewl dida qala doz û daweta îslamî ji seyda û faqihan dikir. Şehîd di dîroka 11.6.1992an de dema ku bi çend hevalên xwe re diçû mêvantiyê bi PKKyiyên ku di ser malekê kesê xwedî bawer digirtin de rû bir û dimîne. Bûyer diqewime. Di bûyerê de kesek dimire û M. Emîn jî şehîd dibe.
Di salvegera şehadeta Muhemmed Emînî de hevalên wî ji ÎLKHAyê re qala exlaqê wî ya xweşik kirin. Hevalên şehîdî destnîşan kirin ku exlaqê wî ji însanan re nimûne bû.
M.Saîd Fîdanci yê hevalê Şehîd Muhemmed Emîn diyar kir ku hevalê wî yê şehîd bi exlaqê Hz Muhemmed (sxl) hatibû terbiyekirin. Her wiha Fîdanci bal kişand piştî ku şehîd doza Îslamî nas kir cehd û hewldana wî zêdetir bûye.
Fîdanci wiha axivî: “Ez û ew em di xebatên Îslamî de bi hev re bûn. Herkes pir jê hez dikir. Xweda me naîlê şefaeta wî bike.”
“Her şev xebatên mal bi mal digeriya û xebatên teblîxê dikir”
Ji hevalên Şehîdî Mehmet Baran wiha axivî: “Ew di rêya Xweda de gelek xebitî û wî hewl da. Muhemmed Emîn her şev xebatên mal bi mal digeriya û xebatên teblîxê dikir. Dijminên wî jî heyranê exlaqê wî bûn. Muhemmed Emîn bûbû wesîla hîdayeta kesên ku jê hez nedikirin jî. Di gel umrê xwe ya biçûk wî gelek xizmetan kir.”
“Heta ez li heyatê bibin dê ez wî ji bîrve nekim”
Ji xwendekarên şehîdî M. Şah Orakçi diyar kir dema ku ew zarok bûye bixwe jî tê Şehhîdê ziviriye û teblîxê li gel kiriye. Orakçi bal kişand ku Şehîd Muhemed Emîn tim û tim zarokan dawetê mala xwe dikir. Dûvre Orakçi wiha axivî: “Me pir jê hez dikir. Heke ew niha bijiya dê xebatên xwe yên Îslamî bidomandiba. Heta ez li heyatê bibin dê ez wî ji bîrve nekim.”
Di dîwana Mela Mizgînê ku rîsipî û alimê herêmê ye de helbestek wiha li ser navê Şehîd Muhemed Emîn hatiye nivîsîn. Helbest wiha ye:
Şehîd Muhammed Emîn