IHO EBRAR alîkariyên xwe didomîne
IHO EBRARê ku Saziya Alîkariyê ya Navteweyî ye li Wanê bi navgîniya Banqeya Zad a Destê Rehmetê ya Wanê ji kesên êtîm, jinebî û malbatên muxtac re alîkariya Remezanê kir.
IHO EBRARê ku Saziya Alîkariyê ya Navteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye li Wanê bi navgîniya Banqeya Zad a Destê Rehmetê ya Wanê ji kesên êtîm, jinebî û malbatên muxtac re alîkariya Remezanê kir.
Di derbarê alîkariya ku hat kirin de dildarê komelê Okan Kirbaç wiha axivî: “IHO EBRARê ku Saziya Alîkariyê ya Navteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye li Wanê ji 30 malbatê êtîm, jinebî û muxtac re alîkarîya erzaqê ya Remezanê kir.Ev alîkarî navgîniya Banqeya Zad a Destê Rehmetê ya Wanê ve hat kirin.”
Kirbaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê xebatên wan ên alîkariyê berdewam bike.
Malbatên ku alîkarî ji wan re hat kirin dia kirin û ji kesên ku ji wan re alîkarî kirine re teşekur kirin.(ÎLKHA)