Doza Aytaç Baran de astekî wehîm
Parêzer Hesen Bozdaş di derbarê doza qetilkirina Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran de nirxandinan kir û balan kişande li ser kêmasiyên di dosyayê de û diyar kir Doza Aytaç Baranî ji hêla hiqûqî ve gihaşte astekî wehîm.
Parêzer Hesen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji teref polêsan ve ji Aytaç Baranî re teblîxat tê kirin û piştî ku teblîxat jê re tê kirin re ew hat qetilkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dosyaya lêpirsînê de kêmasî hene, qerara sûîqestê li Komaleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev de hatiye dayîn û divê ev komelê jî daxilî dosyayê bê kirin.”
Bozdaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir lêpirsîna ku di derheqê dozê de tê kirin bi veşartî tê kirin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê jî parêzerên muştekî jî li derveyê çarçoveya dosyayê tên hiştin.Di vê pêvajoyê de delîl weke ku em dixwazin nayên berhevkirin û an jî ji nişka ve doz tê vekirin û piştî ku tê vekirin re encax em dikarin mudaxilî dozê bibin.Dema em a niha li dosyayê dinêrin em dibînin ku şahidekî veşartî yê bi navê “Mermer” heye.Vî kesî di îfadeya xwe ya ku daye de diyar kiriye ku ji kadroya PKKê 3 kes û ji YDG-H jî çend kes li Komaleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev de civiyane û qerara sûîqestê li komelê dane.Heta ew kesê şahid di îfadeya xwe de diyar kiriye wî wan kesên ku Aytaç Baranî kuştine digel çekan dîtiye.Lê belê dema ku em li dosyaya lêpirsînê dinêrin em di dosyayê de nabînin ka di ser li Komaleye Hemwelatiyên Azad û Wekhev de hatiye girtin an na.Her wiha tu îfadeya endam, mudavîm û îdarevanê komelê jî nabînin.Ev yek jî nîşaneya îxmaleke mezin e. li Komaleye Hemwelatiyên Azad û Wekhev tên bal hev û qerara sûîqestê didin, lê belê ev yek ne xema dozger û ne jî xema polêsan e.”
Hesen Bozdaş di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya darazê kir û balan kişande li ser kêmasiyên ku di dozê de ne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Doza Aytaç Baranî ji hêla hiqûqî ve gihaşte astekî wehîm.”
Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê bi 2 rojan dema ku ji komelê diçû mala xwe ji teref PKKê ve hat şehîdkirin.Ew ê niştina 3yemîn a doza şehîdkirina Aytaç Baran di 12 Tîrmeha 2016an de bê dîtin.(ÎLKHA)