Ji xelkê gund teleba 'mela'
Xelkê gundê Sorexbeya ku girêdayê navçeya Sasona Batmanê ye diyar kir melayekî fermî ji gundê wan re nehatiye tayînkirin û ji ber vê yekê jî ew di warê bicîanîna wecîbeyên dînî de zehmetîyan dikşînin.
Digel ku li gundê Sorexbeya ku girêdayê navçeya Sasona Batmanê mizgeft heye jî melayê mizgeftê tune ye. Nîştecihên gund diyar kirin melayê ku berî niha ji gund re hatibû tayînkirin ji ber hinceta nebûna xaniyê mela ji gund veqetiyaye.Xelkê gund ji ber vê tunebûna melayî diyar kirin ew wek karên cenazeyê û karên din ên dînî de zehmetiyê dikşînin.
Nîştecihên gund diyar kirin derfeta wan tune ye ku ji bona mela malekê ava bikin û ji kesên rayedar teleb kirin da ku him ji bona mela xanî bê avakirin û melayek jî ji gund re bê tayînkirin.Xelkê gund diyar kirin gelek caran li gund azana şerîf nayê xwendin û zarokên gund jî ji xwendina Qur’anê mehrûm dimînin.
Îbrahîm Araciyê ku ji nîştecihên gund e diyar kir ji ber ku li gund mela tune ye ew bi xwe carinan azana şerîf dixwîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê me kesek nêzî 50 salî wek melayê fexrî melatiyê kir.Kadroya wî melayî tunebû.Piştî ku ew pîr bû re cara ewil melayekî bi kadro hat gundê me û nêzî sê mehan li gund ma. Nêzî 50 xwendevanê wî çêbûn. Dema ku demsala zivistanê hat ji ber ku ciheke ku lê bimîne tunebû mecbûr ma ku tayîna xwe bixwaze.Lewra şert û mercên zivistanê li vê derê bi zehmet in.Mişkîlaya li gundê me tunebûna lojmana mela ye.Heger ku lojman hebana ew ê Melayê bi kadro ji gundê me re hatibana tayînkirin.Lê ji ber ku lojman tune ye a niha kadroya gundê me dane sekinandin.Ji ber ku melayê me tune ye di vê meha Remezanê de kesekî ku azana şerîf bixwîne tune ye.Ez vê yekê ji bona riza Xwedê dikim.Lê ji ber ku mala min ji gund dûr e, ez têne di rojên înê de dikarim bêm.”
Araci di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li gund mela tune ye zarokên gund ji dersa Qur’anê mehrûm dimînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heger ku melayeke bi kadro ji gundê me re bê tayînkirin bi izna Xweda ew ê rojê 5 caran azana şerîf bê xwendin, di fitarê de azan bê xwendin û telebe cardin ew ê derse xwe bistînin.Di vê mijarê de em ji kesên rayedar alîkariyê teleb dikin.”
“Em demildest ji bona gund melayekî dixwazin, lewra em naxwazin ji perwerdehiya xwe ya dînî li paş bimînin”
Evdirehman Barinê ku ji zarokên gund bû di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku mela tune ye ew nikarin dersa Qur’anê bigirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em Melayê xwe yê gund dixwazim.Em dixwazin melayê ku ew ê bê bila Qur’anê hînî me bike.Dema ku em mezin bûn em dixwazin bibin mela û dersa Qur’ana Kerîm bidin zarokan.Dema ku mela hat gund em bi şikleke rihettir karibin nimêja xwe eda bikin û ew ê kêmasiyên me yên di mijarê dînî de jî nemînin. Em demildest ji bona gund melayekî dixwazin, lewra em naxwazin ji perwerdehiya xwe ya dînî li paş bimînin.”
Ji nîştecihên gund ên bi navê Yuksek Araci, Omer Soyer, Abdulmenaf Soyer û Fexreddîn Yaşar jî di derbarê tunebûna melayê gund de hest û ramanên xwe anîn ziman û xwestin ku demildest melayek ji gundê wan re bê tayînkirin da ku ew karibin rihetir wecîbeyên xwe dînî eda bikin.(ÎLKHA)