Ji Yetîm-Dera Ewrûpayê alikariya êtîma
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye xebatên xwe yên alîkariyê bênavbir didomîne. Yetîm-Der vê carê ji 240 êtîmî re alîkarî kir
Yetîm-Der Ewrûpayê ya ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye xebatên xwe yên alîkariyê bênavbir didomîne. Yetîm-Der vê carê li Batmanê bi navgiriya Umûd-Derê û li Mûşê jî bi navgiriya Selam-Derê ji 240 êtîmî re alîkarî kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de diyar kir ew xebatên xwe yên di çarçoveya meha Remezanê de didomînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li Batmanê bi navgiriya Umûd-Derê û li Mûşê jî bi navgiriya Selam-Derê ji 240 êtîmî re alîkarîya cil û bergan kir. Piştî vê alîkariya cil û bergan înşaallah em ê paketên kumanyayê yên Remezanê jî belav bikin.Mala wan xêrxwazên Ewrûpayî ava be.”
Ateş di dawiya axavtina xwe de balan kişande li ser hejmera kesên êtîm û wiha axivî: “Li temamê dinyayê nêzî 400 milyon êtîm heye. Me tenê alîkariya hinek kesan kir ku hejmera van li ba 400 milyonî ne tu tişt e. Ji ber vê yekê çi qas alîkarî were kirin ew ê hejmera kesên ku alîkarî ji wan re bên kirin jî zêde bibe.”(ÎLKHA)