Heyata Şehîd Abdulqudus Yazgîl
Şehîd Abdulqudus Yazgîl di sala 23ê Hezîrana 1994an deli navçeya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin, malbata wî ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yazgîlî, qala şexsiyeta wî kir.
Dema ku dîrok bûbû 23ê Hezîrana 1994an PKK cardin rûyê xwe ya bi xwîn nîşan dabû û Abdulqudus Yazgîlê ku li derdora xwe pir zêde dihat hezkirin dabû ber guleyan û wî şehîd kiribû. Xanim û zarokê şehîdî qala wî kirin û şexsîyeta wî ya nimûne anîn ziman.
Nesîhat Xanim diyar kir hevserê wê di 10ê tebaxa 1941an de li gundê Tagika Farqînê hatiye dinyayê û li gund debara xwe bi cotkariyê dikir.
Xanima Nesîhet di axavtina xwe ya ku di derbarê zilamê xwe kir de diyar kir Şehîd Abdulqudus him li dijî wê jim jî li dijî zarokên xwe pir bi merhemet bû û ji teref cîranên xwe ve jî dihat hezkirin.
“Her tim zarokên xwe ji bona nimêjê şiyar dikir”
Nesîhat Xanim di berdewama axavtina xwe ya ku di derbarê zilamê xwe kir de diyar kir şehîd girîngiyê dida perwerdeya madî û manewî ya zarokan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelekî zêde li îbadetan dîqat dikir.Kêfa wî ji xwendina zarokan re dihat. Şexsîyeteke dîndar bû.Dema ku kesek di derheqê Mislimanan de tiştekî nebaş digot hema digot ku ’Çawa çedibe ku tiştekî bi vî awayî dibêje?’Bi vê helwesta xwe li ber wan re radibû.Zarokên xwe her tim ji bo nimêja şeveqê şiyar dikir.”
Nesîhat Xanim diyar kir ku zilamê wê ji bo ku doza Îslamê diparast hatiye şehîdkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re be ku em hêj di serî de bi şehîdbûna wî îftîxar dikin û her wiha ji Xweda re hemd û şikir dikir.Hemd ji Xweda re ku ew şehîd bû.Xwezî şehadet bûba nesîbê me jî.Carekê ji min re gotibû ‘Heta ku em şehîd nebin em ê naçin Sûsayê.’
“Milê wî seqet bû lê her tim şikir dikir”
Nesîhat Xanim di berdewama axavtina xwe de qala seqetbûna şehîd kir û diyarkir Şehîd Abdulqudus her çiqas seqet bû jî dîsa ji halê xwe re şikir dikir. Nesîhat Xanim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel her tiştî ji Xweda re hemd û şikir dikir.Rojekê ji rojê Xwedê ji ber halê xwe gazin û lome nekir.Digot ‘Milê hinek kesan nîv an jî bi temametî nîne. Dîsa li halê min şikir.”
Xanima şehîdî ji keç û qîzên ciwan re tewsiye kir da ku di rêya şehîdan de bimeşin û wisa li axavtina xwe zêde kir: “Ji Xweda diaya me ev e ku hemû kes bila bibin eskerê Xweda û bila di rêya wî de bin.Xweda mislimanan mihafeze bike.evdên Xwedê yên salih û welî bila ji wan re bibin alîkarî.Em hemû jî dixwazin di vê rêyê de şehîd bibin.Ji bona me ji vê yekê xweştir tu tişt nîne.”
“Dema tiştekî nebaş û pîs didît li ber re radibû”
Gurgîl Yazgîlê ku lawê Abdulqudus Yazgîlî bû di derbarê bavê xwe de hest û ramanên xwe wisa anî ziman: “Haya xwe ji cîrantiyê dikir û him li bajêr û him jî li gund hemû kes jê razî bû.Kêfa wî ji însanê baş re dihat.Li gund zarokên ku malbatên wan feqîr bûn hebûn ku bavê min ji bona nafaqaya wan alîkariya wan dikir.Exlaqeke wî baş hebû.Tu kes jê aciz nedibû.Zû bi zû hêrs nedibû heta ku tiştekî pîs û nebaş nedîtibana.Dema ku tiştek û fiilekî nebaş didît dixwaze bila naskirî be dixwaze bila xerîb be ferq nedikir lê mudaxele dikir.Dema ku ez biçûk bûm bavê me min û kekê min î Hadî ji bo nimêja şeveqê dişande mizgeftê.Bavê min her tim dixwast ku zarokên wî dîndar bin.Hemd ji Xweda re em weke ku wî dixwast mezin bûn.”
“Şehîd seqet û extiyar bû, lê dîsa gef lê dixwarin”
Yazgîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir gelek caran gef lê hatiye xwarin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Him li gund û him jî li bajêr me tehdîd dikirin.Dema ku bi tena serê xwe di mala me ya li Taxa Mescîdê dima de kaxizên ku peyamên gefxwarinê tê de hatibûn nivîsandin danîne li ber devê deriyê malê.Di gefên xwe de digotin ‘An ew ê tu vê taxê biterikînî an jî em ê te bikujin. Şehîd seqet û extiyar bû, lê dîsa gef lê dixwarin.Dema ku em hîn bûn gef lê dixwin me mala wî kişande Taxa Binê Sûrê.”
Yazgîl di berdewama axavtina xwe de gefên ku PKK li wan dixwar kir û wiha ragihand: “Wê demê mala me li gund bû.Bavê min di şaredarîyê de dixebitî û me li navçê jê re xaniyek jî bi kirê kiribû.Mala me demê li gund bû.PKKyiyan her tim zextan li me dikirin da ku em gund biterikînin.Wê demê gelek gundî PKKyiyan dihewandin.Me wan nedidît lê di nav xwe de biryar didan û digotin em ê îşev biçin mala wan.Lê qet nehatin mala me.”
Wî dan ber berikan
Yazgîl di dawiya axavtina xwe de wisa qala şeva ku bavê wî hatiye şehîdkirin kir: “Me di sala 1993an de mala xwe kişande navçê.Piştî ku me mala xwe anî navçê bi salekî ango di 23ê Hezîrana 1994an de dema ku bavê min li ber depoyeke şaredarîyê bekçîtî dikir di derdora seat 22.30an mîlîtan gazî dikin û berê çekan didin li ser wî.Bavê min hema di cih de şehîd dibe.Dû re ez hîn bûm ku bavê min dike destnimêj bigire ku gazî wî dikin û dema ku nêzî dîwarê dibe wî şehîd dikin.”(ÎLKHA)