Yapicioglu nimêja terawîhê da kirin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û alîkarên serokê giştî di bernameya fitarê ya ku ji teref Serokatiya Navçê ya Cizîrê ya HUDA PARê ve hat organîzekirin de bi Cizîriyan re hat bal hev.
Yapicioglu di bernamê de wiha axivî: “Dil dixwast ku em li Cizîreke ku xera nebûba, wêran nebûba û li Cizîreke li ser piyan hatibana ba hev.Xweda Cizîr, Cizîrî, temamê birayên me û temamên Mislimanan ji şerê mihraqên şer mihafeze bike.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya xerabûn û hilweşîna Cizîrê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû salekê zêdetir ku gav bi gav ev rageşî belav bû û di encamê de li hinek taxan mal xera bûn û gelek kes jî jiyana xwe ji dest dan û ji van re Cizîr bû şahid.Ev bajêr, bajêra Hz. Nuh û Melayê Cizîrî ye lê bi heman awayî hewil tê dayîn ev bajêr ji nasnameya xwe bê dûr xistin.Cizîr bûye hedefa mihraqên şer ên ji hev cûda û ev mihraqên şer her yek ji wan hewil didin însanên li Cizîrê ji çand, kevneşopî û bawerîya wan dûr bikin.Xweda Cizîr û Cizîriyan ji temamê mihraqên şer mihafeze bike.”
Yapicioglu diyar kir ‘berîya her tiştî divê em li nava çavên hevdû binêrin û pêwîst e em ji destê hevdû bigirin’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî hemû tiştî divê em fêm bikin ku em birayê hevdû ne. Rebbê min zêdetir êş û eleman neke nesîbê vî memleketî.Rebbê min firsendê nede wan kesên ku ji bo îdeolojî û meqamên xwe êş û elemê bi vî milletî didin jiyandin.”
Di dawiya bernameya fitarê de Zekeriya Yapicioglu û Serokê Navçeya Cizîrê Ehmed Elçîn mêvanên ku beşdarê bernamê bûbûn bi rê kirin û yek bi yek ji wan re teşekur kirin.
Yapicioglu nimêja terawîhê da kirin
Yapicioglu dû re digel heyeta pê re derbasî Taxa Nûrê ya ku di 27ê Berfanbarê de lê bûyer derketibûn. Yapicioglu li Mizgefta Şehîd Zekî Atak beşdarî nimêja bû ji cemaetê re melatî kir. Navê mizgetê ji Şehîd Zekî Atakê ku di sala 1992an de ji teref PKKyiyan ve hatibû şehîdkirin tê. (ÎLKHA)