IHO-EBRAR li Gîneyê xwarin da
IHO-EBRARê ku saziya alîkariyê ya navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye di çarçoveya Kampanyaya Remezanê de xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.
Saziya alîkariyê vêcar jî li medreseyeke li Bîssauya Gîneyê ye ji telebeyan re xwarina fitarê da û ji xelkê feqîr re kumanya belav kir.
Serokê Giştî yê IHO-EBRARê Abdurrehman Alpsoy di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de diyar kir her çi qas wext derbas dibe ew xebatên xwe yên alîkariyê zêde dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêjmera kesên feqîr û jar gelek zêde ne.Em jî bi qasî quweta xwe hewil didin alîkriya wan bikin.Ew kesên êtîm, feqîr û jar ên ku em alîkariya wan dikin kêfxweşî û bextewarbûnên xwe nikarin biveşerin û ji kesên xêrxwaz re dia dikin.Ez jî ji dil û can ji kesên xêrxwaz û dildarên me re spasiyên peşkeş dikim.”(İLKHA)