Li Girtîgeha Gemlîkê qedexe hat rakirin
Li gor agahiyên ku ji naskiriyên mehkûman hatine wergirtin berî niha îdareya girtîgehê ji bo mehkûman di warê rih û lixwekirina cilan de qedexenin danîbû.Hat hînbûn ev qedexe hatiye rakirin.
Her weke ku dê bê bîran berî niha naskiriyên mehkûman di derbarê mijarê de destnîşan kiribûn li girtîgeha ku hemû cûr cil û şepqe serbest e, lixwekirina şalwar û kumikan ji teref îdarevanên girtîgehê ve hatine qedexekirin.Ji ber vê yekê ji vê tewra îdareya girtîgehê malbat bertek nîşan dabûn.
Piştî ku ÎLKHA mijarê anî rojevê re qedexeya ku li girtîgehê dihat tetbîqkirin hat rakirin.Li gor agahiyên ku ji malbatên ku bi naskiriyên xwe re hevdîtin kirine hatine wergirtin îdareya girtîgehê bi mahkûman re hevdîtin kirine û dê ji îro pê ve qedexeyên wiha neyên tetbîqkirin.
Naskiriyên malbatên mehkûman ji ber ku bi mijarê re eleqedar bûne ji ÎLKHAyê re teşekur kirin û destnîşan kirin ku ew hêvî dikin tiştên bi vî awayî li girtîgehên din neyen tetbîqkirin.(ÎLKHA)