Çavuşoglu: Rûsyayê soza xwe anî cih
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu beşdarî 3yemîn Civîna Şêwrê ya Muxtaran ya ji aliyê Şaredariya Mezin a Antalyayê ve li otêlekê navçeya Kemerê hat lidarxistin bû.
Wezîr Çavuşoglu wiha axivî: "Em armanca wan astengiyên ku derdixên pêşiya me zanin. Em zanin ku di hedefa wan de îstîqrara Komara Tikiyê heye û ji ber vê yekê li hemberî pergala serokomariyê ya nû jî disekinin."
Çavuşoglu got ku wê têkoşîna li dijî FETO, PKK û DEAŞê heta koka wan biqele dewam bike û wiha dewam kir:
"Wê têkoşîna me li hundir û derveyê welêt dewam bike. Dibêjin çi karê eskerên Tirkiyê li El Babê heye. Lê DEAŞa lê wê derê nayê welatiyên me ji xwe re nake hedef? Ma li Gazîentabê sivîlan însanên bê sûc û guneh nakujin? Ew namerd in, Feto jî namerd e. Di piştê de li Balyozê Ûris Andrey Karlov xistin. Heke em neçin wan ji holê ranekin wê ewê werin. Têkoşîna me ya dijî terorê wê dewam bike."
"Rûsyayê soza xwe anî cih"
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku ew hewl didin ku peywendiyên wan ên digel Rûsyayê normal bin, astengî jî yek bi yek radibin û wiha nirxand:
"Lêbelê me bona bazirganiyê rêgezên xwe binpê nekirin. Me mirovatî nefirot. Di rabirdoyê da em Rûsyayê jî rexne dikin, welatên din jî. Em welatên ku piştevaniya rejima wê derê dikin û milîsan dişînin, rexne dikin, ev mafê me ye. Lê di vê qonaxa dawîn da di hemû hewlên me yên bona agirbestê, bona alîkariya mirovî, bona xilaskirina wan mirovan û herwiha bona li tevahiya Sûriyê pêkanîna agirbestê, Rûsyayê soza xwe bicih aniye. Heta yên ku binpê kirine, Rûsyayê hişyarî daye wan. Bi heman şêweyî Tirkiye jî li ser soza xwe maye. Di vê serdemê da Rûsya û Tirkiye bi taybetî jî di van mijarên stratejîk da bi hev bawer bûne. Bona ku hemû astengî rabin, em şev û roj dixebitin. Helbet daxwaza me jî ev e, divê li gorî dostaniyê jî li pêşiya bazirganî û mirovan tu asteng tunebin, divê hemû astengî rabin." (AA)