Serokkomarê berê Rafsancanî hat definkirin

Serokkomarê berê Rafsancanî hat definkirin

Serokomarê berê yê Îranê Haşîmî Rafsancaniyê ku roja yekşemê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Serokkomarê berê Rafsancanî hat definkirin

Rafsacaniyê ku ji ber nexweşiya qelbê li Nexweşxaneya Şehîdên Tecrîşê jiyana xwe ji dest dabû piştî merasîma nimêja cinazê li Turbeya Îmam Humeynî hat definkirin. Nimêja cinazê ji teref Hamaney ve hat kirin. Bi hezaran hezkiriyên Rafsancanî di destên wan de dîmenên Rafsancanî û Îmam Humeynî yên  ku bi hevdû re girtibûn tevlî merasîmê bûn.

Gelek rayedarên dewletê û bi hezaran hezkiriyên Rafsancanî beşdarî merasîma definkirinê bûn. (ÎLKHA)