HUDA PAR: Em şerê nemirina ciwanên didin
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz li navçeya Pîrana Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Yilmaz di dema ziyaretê de di derheqê mexdûrbûnan de destnîşan kir ji rexekî ve dewlet û ji rexê din ve jî rêxistin Kurdan perîşan kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz li navçeya Pîrana Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir. Yilmaz di dema ziyaretê de di derheqê mexdûrbûnan de destnîşan kir ji rexekî ve dewlet û ji rexê din ve jî rêxistin Kurdan perîşan kir.
Di dema ziyaretê de Yilmaz dest nîşan kir herî zêde dikandar mexdûr bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em şerê nemirina ciwanên me û silametiya milletê xwe didin. Me wek HUDA PARê siyaseta xwe ne li ser xwînê li ser aştî, hizûr û maslahata civakê ava kir. Em hewil didin mişkîleyên xwe di çarçoveya siyasetê de çareser bikin. Çek çareseriyê nayenî, li cihê ku lê çek hebe dê xwîn birije.”
“Pêdiviya vî milletî ji aştiya civakî re heye”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber domandina polîtîkayên çewt, însan mexdûr dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hemiyan Sûra Diyarbekirê dît. Li Sûrê xweserî hat îlankirin, çal hatin kolan, barîkat hatin danîn. Li ber malên xelkê bombe danîn. Bi hezaran însan mecbûr man ku malên xwe biterikînin. Ji zêderitî 7 hezaran ciwan di wan çalan de bin ax bûn. Başe, ez dipirsim musebbîbê vî tiştî kî bû? Sedema vê yekê ji rexekî ve dewleta ku bi hinceta pêvajoya çareseriyê çavê xwe li çekdarbûnê miç dikir û ji rexê din ve jî rêxistina ku xortan li gor berjewendiya xwe kaş dikir bû. Wek du devên meqesê. Ji rexekî dewlet û ji rexê din ve jî rêxistin Kurdan perîşan kirin. Ger ku em naxwazin xwîn birje pêwîst e em di civakê de aştiyê, hizûrê û di çarçoveya Îslamê de heq û edaletê tesîs bikin.”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji bo tesîskirina edalet û hizûrê destê xwe xistine binê kevir û ew talib in ku ji vî xelkî re xizmetê bikin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo ev yekê pêk be, divê HUDA PAR bi hêz be. Ger ku HUDA PAR bi desteka we di meclîsê de bana dibû ku ji bikaranîna xortan re û ji şerê nabera rêxistin û dewletê re bibe asteng.”
“Me hêj di destpêka pêvajoya çareseriyê de vî tiştî got…”
Yilmaz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir wan hêj ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve destnîşan kirin ku ev rê ne tu rê ye. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê ne dewlet û ne jî rêxistin gotinên me guhdar nekirin. Me destnîşan kir bernameyeke ku xortan bike mutedeyyîn hebe. Me her tim li ba heq û heqiyê cî girt û em ê cihê xwe bigrin jî. Em ê li dijî kesê neheq bisekinin û jê re zilma ku dike bibêjin. Dema ku hikûmet çewtiyê dike em çewtiyên wan dibêjin û dema ku rêxistin jî çewtiyan dike em vê çewtiyê jî dibêjin. Taleba me nemirina xortan û silametiya milletê me ye. Em şerê vê didin.” (ÎLKHA)