'Em ê nebin alîgirê fîtneyê'
Hejmara dawîn ya Kovara Înzar ya meha Çile ya 2017an derket… Kovara Înzar di hejmara xwe ya dawîn de behs û qala mijara wehdetê dike.
Di sernivîsa kovarê de jî herî zêde qala fîtneya di navbera alema Îslamê de dike û ji bo ummet ji vê fîtneya sinsî ya qrêj bê hayîdar kirin çend îqaz û hişyarîya dike.
Ji sernivîsa kovara înzar çend qismên muhîm weha ye…
"Li gor berpirsyarîya xwe bi salane ji bo wehdeta muslimana û ji bo bi hev re bibin dost û alîkar em her dibêjin û daxwaz dikin ku divê hewceye ku ummet, dewlet, sazîyên Îslamî û şexsîyetên musliman hemû kes ji hêla xwe de li gor quweta xwe çi di pratîkê de û çi jî bi qewlî divê di vê mijarê de berpirsyarîya xwe bînin cîh.
Her çiqas ev barekî zêdeyî quweta me be jî, ev îqazên ku em ji dil û can dikin xweşa kesên dilnexweş neçe jî em van îqaz û hişyarîyên ku em dizanin Xwedê û pêxember û mumin wê jê razî bin bi sedsalane tên kirin.
Em şer û pevçûnên navxweyî ên ehlê qible teswîp nakin û înşaellah heta îro çi bi peyv û gotin û çi jî bi fê’lên xwe, em ji wan re nebûne piştevan û alîgir û bi îzna Xwedê em ê nebin alîgir jî.
A niha li rûyê dinyayê muslimanên ku pevdiçinin her yek qala mafdarîya xwe dikin û xwe heqdar nîşan didin. Em îddîa nakin ku ev kesên mafdarîya xwe nîşan didin û tiştên diparêzin bi temamî xelet û neheqin. Em bêyî nav diyarkirin û niqaşê dibêjin û beyan dikin ku tiştên tên kirin dema xisar û zirarê bide Îslamê û ne li gor mesleheta muslimana û ummetê be dibê xwe jê bidin alî û dûr bikevin. Em dixwazin tahlûkeyên ku ji ber vê pevçûna navxweyî ya ummetê derdikeve pêş bidin îqaz kirin û em tim û daîm dîqetê dikşînin ser vê yekê.
Em kesên yanişî û xeletîyan dikin û yanişîyên wan dizanin. Di kîjan mijarê de mahdar û di kîjan mijarê de neheqin li gor me eşkere ye û em dizanin. Ji bo çareserîya meseleyên me yên navxweyî jî Xweda di Qur’anê de rê nîşanî me da ye. Em vê yekê jî dizanin û pêbawerin.
Agirê fîtne û fesadîyê bi awayek nemerdî tê pêxistin. Divê musliman li hember vê fîtneya nemerdî tê pêxistin çavvekirî û hişîyar bin, xwe ji peyv û gotin, tewr û tevgera ku wê di navbera ehlê qible de bibe sebebê nîfaqê û xerabûna huqûqa biratîya muslimana, lazime jê bê dûr ketin.
Bila ev qethîyen neyê ji bîrkirin ku kî çixirekî bi xêr vebike, heta ku kar û ‘emelên bi xêr bê berdewam kirin ew jî, ji wê xêra re şirîke. Dîsa kî çixirekî di rêya xerabîyê de vebike, heta ku xerabî berdewam bike, ew jî şirîkê webalê ye."
(Hürseda Haber)