Înîsyatîfa Yekitiya KDPê HUDA PARê ziyaret kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Ahmet Acarê Berdevkê Înîsîyatîfa Yekeitiya KDPê û lijneya pê re qebûl kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Ahmet Acarê Berdevkê Înîsîyatîfa Yekeitiya KDPê û lijneya pê re di Serokatiya Bajarê Diyarbekirê de qebûl kir.
Acar diyar kir ku wek platform ew siyaseta HUDA PARê ya li herêmê teqdîr dikin û divê ku partiyên din ên li herêmê siyasetê dikin jî siyaseteke wiha veset bikin. Dûvre Acar wiha axivî:
“Gelek musîbet di serê gelê me de hat. Di bin navê siyaseta çalan de pêvajoya ku hat şopandin siyaseteke şirîkî ye û ev siyaset gelê me temsîl nake. Ew siyaset jî daxwazeke gelê me nîne. Ji bilî ve siyaseteke derve ye. Yanê mirina vê gelê û siyaseta ku li ser felaketê hatiye hatiye avakirin aîdê kesên din e. Bi vê aqilê ku ne aîdê me ye ji bo Kurdan bûye sedema felaket û tufanê. Gund û bajar bûne hedef.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber ku wan ziyareteke wiha pêk aniye kêfxweşiya xwe anî ziman û bal kişand ser giringiya dîyaloga çareseriya pirsgirêkên memleketê.
“Di warê diyalogê de pirsgirêkên mezin hene”
Yapicioglu diyar kir ku çek, şer û pevçûn vê pirsgirêkê çareser nake. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Kesên medenî bi diyalog û wek axavtin hevdû îqna dikin. Lê li welatê me di warê diyalogê de pirsgirêkên mezin hene. Kesên ku hinek bi quwet bûne an jî xwe bi hêz didin nîşandan dixwazin ku bi vê yekê serê kesên derdorên xwe li ber xwe bidin tewandin an jî fikr û ramanên xwe bi vê şiklê li wan ferz dikin. Ev rê û rêbaz rast nîne, karê însanên medenî nîne.”
“Divê ku em di semîna rast de piştgiriyê bidin hevdû”
Yapicioglu dijyar kir kesên li herêmê ne û pirsgirêkên memleket ji xwe re dikin derd di nabeyna xwe de diyalogê zêdetir bikin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku em di semîna rast de piştgiriyê bidin hevdû. Pêwîst e em di warê tiştên ku ji gelê me re bi faîde yeû ji bo memleketê me bixêr e de alîkariya hevdû bikin. Dema ku yekî şaşîtiyeke kir divê hemî kesên ku vê şaşîtiyê dibînin bihev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê çewtiyê bisekinin û di vê warê de îqaz bikin. Heke wiha bibe em bawer in ku dê însanên me şiyar bibe û dê li dijî çewtiyên ku tê kirin bi helwesteke cidî bisekine. Kesên ku çewtiyê kirine jî dê xwe sererast bikin.” (ÎLKHA)