HUDA PAR Kurdistana Iraqê ziyaret kir
Bi minasebeta salvegera 29 emîn a Qetlîama Helebçê lijneke ji Şaxa Ciwaniyê ya HUDA PARê çû Kurdistana Iraqê û li wir hinek ziyaretan pêk anî.
Bi minasebeta salvegera 29 emîn a Qetlîama Helebçê lijneke ji Şaxa Ciwaniyê ya HUDA PARê çû Kurdistana Iraqê û li wir hinek ziyaretan pêk anî. Di ziyaretê de wek fikr û ramanî dan û sitan çêbû.
Di ziyaretê de bal hat kişandin divê ku Misliman bibin yek. Her wiha di derbarê rewşa Kurdan de jî axavtin hat kirin. Hat diyarkirin ku di dîrokê de Kurd mezlûm bûne û divê ku di nabeyna Kurdan de jî yekitî hebe.
Lijneya Şaxa Ciwaniyê ya HUDA PARê, di bergeha ziyaret û hevdîtinan de berê çû Bajarê Helebçeya ku di 16ê Adara sala 1988an de ji teref dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn ve êrîşa kimyayî hatibû lidarxistin.
Lijne, piştî ziyareta Goristana Helebçê ji partiyên Kurdistana Iraqê Saziya Bajêr a Helebçê ya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê (YEKGIRTÛ) zitaret kir. Di ziyaretê de ji encûmanên YEKGIRTÛ Mamoste Hadî axavtineke kurt kir. Hadî diyar kir ku ew ji ber vê ziyareta ku ji teref HUDA PARê ve hatiye lidarxistin pirr bi kêfxweş bûye.
Hadî anî bibîranîn ku di 16ê Adara sala 1988an de ji teref dîktatorê Rejîma Baasê ya Iraqê Saddam Huseyîn ve êrîşa kimyayî hatiye lidarxistin. Hadî diyar kir ku wê çaxê di derdora Helebçê de 90-100 hezar kes dijiyana. Piştî ku êrîşa kimyayî hatiye lidarxistin gelek însan di jêrzemînan de xwe veşartine û gelek jî li dêmanên hawîrdora Helebçê bicî bûne.
“Di qetlîamê de tiştên ku çavê min didît aqlê min hilnedida”
Hadî diyar kir ku di encama êrîşê de hêrî kêm 5 hezar însan jiyana xwe ji dest dane û ji 10 hezaran zêdetir jî birîndar bûne. Dûvre Hadî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Roja ku êrîş hat lidarxistin dîmenên ku min dîtin pirr dilşewat û xemnak bû. Dema ku min menzera li Helebçê dît goristan hat ber çavên min. Lewra kolan û cade bi dehan, sedan cesedan dagirtî bû. Di qetlîamê de tiştên ku çavê min didît aqlê min hilnedida. Min nedizaniya dîmenên ku ez dibînim rast in ya ne. Hemî kesên ku mirine zarok, ciwan û extiyar bûn.”
Dûvre lijne wek fermî ji ber salvegera 29 emîn a Qetlîama Helebçê beşdarê bernameyê bû. Lijneya HUDA PARê di bernamê de wek protokola fermî hat pêşewazkirin.
Piştî bernamê Bîranîna Şehîdên Helebçê, pêşangeha di warê qetlîamê de û maketên kesên ku hatine qetilkirin hatin dîtin.
“Înşaellah dê HUDA PAR bibe parêzvanê Kurdan”
Lijne dûvre çû Silêmaniya ku wek Payîtextê Aborî û Çandî ya Kurdistana Iraqê û li wir bi hereketa Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan re hevdîtin kir.
Di ziyaretê de Rêberê Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan Şêx Îrfan Alî Abdulazîz ji ber ku ciwanan wî ziyaret kirine teşekur kir.
Abdulazîz, diyar kir ji ber ku HUDA PAR hatiye avakirin ew pirr kêfxweş e. Dûvre Abdulazîz wiha axivî: “Lewra HUDA PAR, înşaellah warisê Ubeydullah Nehrî, Şerefxan Bidlîsî û ya Bedirxanan e. HUDA PAR, him dînî û him jî qewmî di herêma Kurdan de fealiyet dike. Înşaellah dê HUDA PAR bibe parêzvanê Kurdan. Min ji Serok Zekeriya û birayên xwe yên din re got; ‘Hûn warisê Ubeydullah Nehrî, Şerefxan Bidlîsî û ya Bedirxanan in.”
“HUDA PAR partiyeke xwedî dîrok e”
Abdulazîz diyar kir ku HUDA PAR birayên wan e. Dûvre Abdulazîz wiha pê de çû: “Dê em ji bihêzbûna HUDA PARê zêde kêfxweş bin. Hûn xwediyê dîrok in. Dîroka PKKê tune. Dîroka marksîzmê çi ye? Li Kurdistana Tirkiyê ya xwedî dîrok HUDA PAR e. Em hêvîdar in ku li wir HUDA PAR xort bibe.”
Lijne dûvre li Hewlêra payîtextê Kurdistana Iraqê (Erbîl) Serokê Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê Bapîr ziyaret kir. Serokê Giştî yê Komelê Bapîr kêfxweşiya xwe ya ji bo ziyaretê anî ziman û diyar kir divê ku hertim ev ziyaret pêk werin.
Bapîr diyar kir divê ku di nabeyna Misimanan de yekitî hebe û heke îro di nabeyna Mislimanan de tefrîqe heye sedema vê yekê dûrketina ji Qur’an û Sinetê ye.
Bapîr diyar kir divê ku Misliman hevdû bi kêmasiyên hevdû qebûl bikin. Dûvre Bapîr wiha axivî: “Dema ku em li rewşa Ewrpayê mêze dikin di qada teknolojî û zanistê de ji Mislimanan zêdetir li pêş ketine. Wekê ku Seîdê Nursî dibêje sedema lipêşbûna wan ew e ku ew hinek wesfên xwe yên baş di cî de bikar tînin û bihev re hereket dikin e.”
Her wiha Bapîr diyar kir divê ku Misliman Îslamê baş nas bikin û gor şert û mercên heyamê ji Qur’an û Sinnetê îstîfade bikin û di warê tekmolojî û zanistê de lipêş bikevin.
“Divê ku wek Mislimanên Kurd em dûbare alê bigirin destê xwe”
Bapîr bal kişand ku Kurd mezlum in û ji ber vê yekê wan kirine çar perçe. Dûvre Bapîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şêx Osman, Qazî Muhemmed, Şêx Saîd, Şêx Abdusselam û rîspiyên Kurdan ên din ehlê dîn û îmanê bûn. Kesên ku piştî van laîqtiyê temsîl dikin alê girtin destê xwe û Kurdan şandin ciyên din. Divê ku wek Mislimanên Kurd em dûbare alê bigirin destê xwe.”
“Ji bo ku Kurdistaneke xweser saz bibe divê helwesteke siyasî ya navendî hebe”
Bapîr di derbarê pêşeroja Herêma Kurdistanê de axivî. Bapîr wiha diyar kir: “Heta bingeha avahiyê tunebe avahî saz nabe. Şert û mercên Kurdistana xweser hene. Mînak; divê ku artêşeke bi rêk û pêk hebe û li vir divê ku artêş girêdayê tu aprtiyê nebe. Bi partiyeke didû ev yek pêk nayê. Ji bo ku Kurdistaneke xweser saz bibe divê helwesteke siyasî ya navendî hebe.”
Bapîr bicîbûna PKKê ya li Şengalê nirxand. Bapîr wiha diyar kir: “PKK, ji xeynî xwe tu kesê qebûl nake û hebûna tu kesê nas nake. Li ser wê libasê Kurdan heye lê hişmendiya yekparêziyê diparêze.”
Parlementoya Krdistanê û Herêma Barzan hat ziyaretkirin
Piştî ziyareta ku li Komelê hat kirin lijne çû Parlementoya Kurdistanê û li wir di derheqê xebatên parlementoyê de agahî sitand. (ÎLKHA)