Yetîm-Dera Ewrûpayê li Almanyayê re alîkarî kir
Yetîm-Dera Ewrûpayê ji penaberên ku li gelek eyaletên Elmanyayê di nava zehmetiyê de dijîn re alîkarî kir û rûyên wan kenand.
Yetîm-Dera Ewrûpayê xebatên xwe alîkariyê yên ji bo penaberên ku li gelek eyaletên Elmanyayê di nava zehmetiyê de dijîn didomîne. Sazî di wan sala borî de ji kesên ku li Lorrach û Maulburga Elmanyayê di lêhiya ku rabû de şepirze bûbûn re alîkarî kiribû.
Komele îsal jî ji penaberên ku çar aliyê dinyayê hatine û li kampên li bajarokên li Lorrach û Maulburga Elmanyayê dijîn re alîkariya danûstandina helal, amûrên kirtasiyê û pêlîstokan kir. Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Murat Korkut û arîkarê wî Huseyîn Ateşê ku ji penaberan re alîkarî kirin di derbarê alîkariya ku hatiye kirin de nirxandinan kirin.
Rayedarên Elman ji Yetîm-Dera Ewrûpayê teşekur kirin
Korkut û Ateş di derheqê penaberan de ji rayedarên Elman agahî wergirtin. Lothar Schathê Midûrê Kampa Penaberan ji ber alîkariyên ku hatine kirin ji rayedarên saziyê re spas kir û dest nîşan kir ji ber ku Yetîm-Dera Ewrûpayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kiriye ew memnûn û kêfxweş in.
Ji bo mexdûrên ku li Ewrûpayê ne dê xebatên alîkariyê berdewam bikin
Arîkarê Serokê Giştî Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de destnîşan kir ew wek saziyê ji temamê malbatên ku li kampa penaberan a li Maulburgê ye re alîkarî kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em saziyek navneteweyî ne û em xebatên xwe di çarçoveya navneteweyî de dikin. Me berî niha li Fransa û Elmanyayê xebatên alîkariyê kir û ew ê ev xebatên me yên alîkariyê berdewam bikin.”
Murat Korkutê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê ji bo penaberan alîkariya çeka danûstandina goştê helal bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her wiha em plan dikin ku di nava meha Remezanê de xwarina fitarê bidin penaberan.”
Ateş û Korkut ji kesên xêrxwaz re teşekur kirin û di bergeha xebatên alîkariyan de bang li kesên xêrxwaz kirin û diyar kirin ji bo ew karibin ji kesên hewcedar û penaber re alîkariyê bikin li benda alîkarî û desteka wan in.(ÎLKHA)