Ji Malbatên şehîdan bertek
Malbatên şehîdan ji parêzerên qetîlen ku Yasîn Boru û hevalên wî qetil kirine re bertek nîşan dan diyar kirin ew dixwazin ku niştineke din a vê dozê bila bê mazeret bi dawî bibe.
Ji ber ku parêzerên qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyat Guneş û Hasan Gokozên di 6-7ê Cotmeha sala 2014an li Diyarbekirê ji teref HDPKKê ve hatin qetilkirin beşdarê niştina 14 emîn a ku 41 bersûc tên darizandin û dê biryara vê dozê bihatiba dayîn nebûn doz taloqê 3yê Nîsanê bû.
Malbatên şehîdan ên kovandar ji parêzerên qetîlan re bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ji sala 2015an pê ve diçin Enqerê û tên û ev pêvajo êdî ji bo wan bûye zulm.
Malbatên kovandar ên piştî niştinê ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ew edaleta ku dereng pêk were ne edalet e. wan destnîşan kirin ku her wexr ew herî kêm 2 hezar km rê tên. Lê her car bê binasiyên şaşomaşo ev doz tê taloqkirin.
Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hasan Gokgoz ji parêzerên qetîlan re bertek nîşan da û diyar kir ku ew qestî beşdarê dozê nabin da ku doz were taloqkirin. Gokgoz diyar kir desthilatiya serokê mehkemê hebû ku di şûna wan de teleba parêzerên din bike. Lê vê yekê nekir.
Gokgoz diyar kir ew edaleta ku dereng pêk tê ne edalet e û dûvre qiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev pêvajo ji bo me zulm e. Em her wext 2 hezar kîlomêtre rê tên. Parêzer qestî mehkemê dan taloqkirin. Serokê mehkemê jî dikariya ji baroyê daxwaziya parêzeran bikira. Me digot dê mehkeme bi dawî bibe ji bo wê yekê em hatin. Piştî 10 rojan dê em dûbare werin. Em dixwazin ku demildest ev mehkeme bi dawî bibe.”
“Divê kesên ku vê yekê dane kirin jî werin cezakirin”
Gokgoz diyar ku ew daxîlkirina bes çend kesan a mehkemê û cezadayîna bes ji çend kesan re kafî nabînin. Dûvre Gokgoz wiha axivî: “Bila kesên ku vê yekê dane kirin jî daxîlê mehkemê bikin. Bes ceza didin çend kesan. Ev yek me mutmain nake. Divê kesên ku vê yekê dane kirin jî werin cezakirin. Lewra sûca herî mezin kesên ku vê dane kirin pêk anîne. Em vê yekê temeni dikin. Di niştineke din de înşaellah mehkeme bi dawî dibe.”
Oztekîn Dakakê bavê Şehîd Huseyîn dakak jî diyar kir ku ew çend sal e tên Enqere û diçin. Ev heyam ji bo wan zulm e û ew hêvîdar nîne ku ev mehkeme biryareke adilane bide.
“Wana pişta xwe dane PKK/PYDê, em jî pişta xwe didin Xweda”
Dakak wiha pê de çû: “Ev cara 14 emîn e ku em tên Enqere û diçin Diyarbekirê. Ev mehkemeke adil nîne. Me diyar kir ku em dixwazin bila kesên ku vê yekê dane kirin jî daxîlê mehkemê bibin. Em li Xweda ne û em pişta xwe didin Xweda. Wana pişta xwe dane PKK/PYDê. Înşaellah Selahattîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut, Gulten Kişanak û Fîgen Yuksekdag ji wir dernakevin. Daxwaziya me ew e ku ew jî daxîlê vê mehkemê bibin.”
“Em dixwazin ku demildest ev mehkeme bi dawî bibe”
Fîkrî Baruyê bavê Şehîd Yasîn Boru wiha pertek nîşan da: “Heta niha em bi çûn û hatinê mexdûr bûn. Em dixwazin ku demildest ev mehkeme bi dawî bibe. Kesên ku ceza heq dikin bila werin cezakirin. Êdî em bi çûn û hatina Enqerê aciz bûn. Bila êdî ev doz bi dawî bibe. Kî bersûc e bila were cezakirin. Ew dixwazin kesên ku bersûc in jî werin darizandin. Ji sedî sed têkiliya kesên ku vê yekê dane kirin jî bi vê yekê heye. Em dixwazin ku ew jî werin darizandin.” (ÎLKHA)