Doza Yasîn Boru taloqê 3yê Nîsanê bû
Parêzerên meqtulan ên Doza Yasîn Boru diyar kirin ji bo ku beriya referandûma 16ê Nîsanê biryar neyê dayîn parêzerên qetîlan beşdarê dozê nebûne.
Parêzerên Doza Yasîn Boru di derheqê niştina dozê de axivîn. Wan destnîşan kirin ku ji bo ku beriya referandûma 16ê Nîsanê biryar neyê dayîn parêzerên qetîlan beşdarê dozê nebûne.
Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan wiha di derheqê niştinê de daxuyanî da: “Îro niştina 14 emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî bû. Di niştina berê de mehkeme îxtar dabû ku dê biryarê bide. Him ji me re û û him jî ji parêzerên meqtulan ji bo ku mazeret çênebin û werin niştin îxtar hatibû dayîn. Lê îro 5 parêzeran mazeret dane. Mehkema ji bo careke herî dawî wext da. Doz taloqê 3yê Nîsanê bû.”
“Wilo xuya dike ku dê di niştina beriya me de biryar were dayîn”
Orhan diyar kir ku ev muemele taqtîk û qezenckirina wextê ye. Dûvre Orhan wiha diyar kir: “Ew dibêjin ‘bila hilbijartin derbas bibe. Niştin di mehên gulan, hezîran tîrmehê de pêk were. Dibe ku piştî hilbijartinê konjoktur, nêrîn û hesab biguhere.’ Haya mehkemê ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê wexteke kurt diyar kir. Mehkeme îxtar da. Got ‘beşdarê niştina beriya me de bibin. Heke hû beşdar nebin ev yek elametê niyeta we ya xerab e. Dê ez ji bo kesên ku dê werin biryarê bidim’.”
Orhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Doza Yasîn Boru, ji wan dozan yekî ye ku ji pêvajoyê re hat qurbankirin. Bi darizandina 3-5 tetikkêşan hewl didin ku dozê bidin girtin. Ji xwe ev mijareke cid ya ku divê were rexnekirin e. Li Diyarbekirê qetlîama melûm pêk hat. Divê kesên ki vê talîmatê dane jî werin darizandin.”
“Em hemî temenî dikin ku doz adilane bidawî bibe”
Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan Parêzer Mehmet Karadag jî wiha diyar kir: “Hatibû diyarkirin ku ev niştina herî dawî bibe. Heyeta mehkemê vê niyeta xwe berê diyar kiribû. Hatibû xwestin ku bersûc û parêzerên bersûcan wek amade werin. Hinek parêzerên bersûcan nehatine û diyar kirine ku mazeretên wan hene. Dibe ku ev taqtîk bibe. Ji ber ku ew beşdarê niştinê nebûn mehkeme hattaloqkirin. Em vê yekê wek niyeta baş nanirxînin. Em hemî temenî dikin ku doz adilane bidawî bibe.”
Karadag wiha pê de çû: “Em vê helwesta ji bo ku darizandinê bandordar bike hatiye kirin exlaqî nabînin. Wekê ku hûn dizanin di beriya me de referandûm heye. Dibe ku ew beriya referandûmê derketina biryarê ji bo xwe wek pirsgirêk dibînin. Lê em bendewar in ku ev doz di bin bandora fikrên siyasî û tesîran de bi dawî nebe. Ji bo ku doz adilane bi dawî bibe çi ji destê me tê dê em bikin.”
Parêzer Emîn Guneş jî ragihand ku ew taloqkirina vê dozê wek taqtîk dibînin. Dûvre Guneş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibe ku ew naxwezin beriya 16ê Nîsanê biryar were dayîn. Dibe ku ew dibêjin ‘heke di 16ê Nîsanê de ‘na’ derkeve biryar gor daxwaziya me bidawî bibe.’ Gor min dê ew di 3yê Nîsanê de jî bi mazeretan astengî derêxin.” (ÎLKHA)