Sembolê tekoşîna Îslamî: Şêx Ahmed Yasîn
Berdevkê Herêmê yê Platforma Qudsa Azad Sertaç Tekdal, bi minasebeta salvegera şehadeta Şêx Ahmed Yasînê ku bi şecaet û mêrxasiya xwe her tim ji bo Îsraîla sîyonîst tirs bû nirxandin kir.
Bi minasebeta salvegera 13 emîn a şehadeta Şêx Ahmed Yasînê ku bi şecaet û mêrxasiya xwe her tim ji bo Îsraîla sîyonîst tirs bû Berdevkê Herêma Başûra Rojhilat ê Platforma Qudsa Azad Sertaç Tekdal nirxandin kir. Tekdal diyar kir ku jiyana bi micadele ya Şêx Ahmed Yasîn ji bo herkesî mînak bû.
Berdevkê Herêmê yê Platforma Qudsa Azad Sertaç Tekdal, diyar kir Şêx Ahmed Yasînê ku şiûr û ruhê tekoşînê dida Umetê rojeke berê sibê dema ku ji mizgeftê derdikeve ji teref helîkopterên Apaçî ve hatiye şehîdkirin. Tekdal ragihand ku Şêx Ahmed sembola tekoşîna Filîstînê bûye.
Tekdal diyar kir astengdariya bedenî ji Mislimanan re nabe asteng. Dûvre Tekdal wiha axivî: “Ji lawê wî Abdulhamîd Yasîn dipirsin; ‘Bavê te bi felç bû. Lê digel vê yekê wî vê serkeftinê çawa bidest xist?’ Lawê wî dibêje; ‘serkeftina bavê min ji ber cehd û fikra wî ya her tim aktîf bû.’ Yanê mesele nîne ku vicûda mirov astengdar bibe. Ya girîng ezm û cehda û xîret e. Ji ber vê yekê astengdariya bedenî ji bo Mislimanan asteng nîne. Vê yekê mirov baş di jiyaên û tekoşîna Ahmed Yasîn de dibîne.”
Şêx Ahmed Yasîn bi gel re hemhal bû
Tekdal anî bibîranîn ku Şêx Ahmed Yasîn, di sala 1973yan de bi Şehîd Abdulazîz Rantîsî re Navenda Îslamî ya Xezê ava kiriye. Dûvre Tekdal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li wê heyamê mêze dikin, rêxistinên Filîstînê di wê pêvajoyê de tekoşîna çekdarî kiriye. Qadroyeke pêşîvan a ku Şêx Ahmed Yasîn û Şehîd Abdulazîz Rantîsî jî tê de bûn bi taybet wek civakî bi gel re hemhal bûne û ji ber ku wan perwerde bikin bi hev re hereket dikin. Bi avakirina Navenda Îslamî ya Xezeyê re aktîvîteyên civakî jî zêde bûn.”
Tekdal, diyar kir ku Navenda Îslamî ya Xezê hewl dida ku pirsgirêk û îhtiyaciyên gel çareser bike. Dûvre Tekdal wiha pê de çû: “Ji xwe wek civakî ev yek dibe wesîla dîtina alîgiran. Lawê wî Abdulhamîd Yasîn wiha diyar dikir; ‘di nêrîna bavê min de tekoşîneke ya ku mizgeft navendin hebû. Heke tekoşîneke ya ku mizgeftan wek navend dihesibîne tunebe mimkûn nîne serkeftin hebe.’ Ji ber vê yekê piştî avakirina Navenda Îslamî ya Xezê gelek mizgeft tên sazkirin. Şax tên vekirin û ji xeynê vê yekê di warê perwerde û civakî de hewl dihat dayîn ku pirsgirêk û îhtiyaciyên zarok û ciwanên Filîstîniyan were çareserkirin. Ciwanên ku wê çaxê perwerde dibînin di tekoşîna HAMASê de dibin qadroyeke pêşîvan.”
“Bendewar bibin dê muheqqeq Xeyberên nû werin”
Tekdal diyar kir piştî ku Şêx Ahmed Yasîn di Navenda Îslamî ya Xezê û mizgeftan de xebatên xwe pêk tîne ev yek bala siyonîstan dikêşe. Dûvre Tekdal wiha li axavtina xwe zêde kir:
“Lewra êdî gel bişiûr dibin. Gelê ku êdî li dijî îşqala siyonîstan berxwe dide derdikeve holê. Ji ber ku Şêx Ahmed Yasîn bi axavtinên xwe yên ku li Navenda Îslamî ya Xezê û mizgeftan de dike û bi vê yekê gel xedî şiûr dibe di sala 1983an de tê binçavkirin. Di vê heyamê de heta di nabeyna wî û dadgeran de hinek axavtin çêdibe. Mînak dê li wir dadger wek pirs bibêje; ‘hûn her tim qala Xeyberê dikin. Dê em we bibînin ka hûn çi bikin.’ Şêx Ahmed Yasîn jî wek bersiv dibêje; ‘Bendewar bibin dê muheqqeq Xeyberên nû werin’.”
Tekdal dûvre wiha diyar kir: “Di wê mehkemê de Şêx Ahmed Yasîn 13 sal ceza distîne. Lê di sala 1985an de di pêguheriya esîran de hat serbestberdan. Di sala 1987an de serhildana yekemîn dest pê dike. Sîyonîstekî qamyonetê dajo ser çend karkerên Filîstînî û ew şehîd dibin. Ji ber vê yekê întîfada destpê dike. Li vir dîsa Şêx Ahmed Yasîn aktorekî girîng e. Gelê Filîstînê bi serhildana yekemîn dest bi tekoşîneke mezin dikin. Ev tekoşîn bi Îzzeddîn El Qassam di nav Îsraîlê de dibe sedema tirseke mezin.”
“Heke Misliman jî ji cîhadê dûr bikevin Ummet dimire”
Tekdalê ku ragihand di jiyana Şêx Ahmed Yasîn de cîhad pirr girîng e wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke Misliman jî ji cîhadê dûr bikevin Ummet dimire. Piştî ku Şêx Ahmed Yasîn bi hebûna xwe tirs dixe nav dilê Îsraîlê li dijî wî plan tên kirin. Li mala ku ew û Îsmaîl Hanîyye tê de ne êrîş tê lidarxistin. Lê ji êrîşê sax difitilin. Lê di 22yê Adara sala 2004an de piştî nimêja sibe dema ku Şêx Ahmed Yasîn ji mizgeftê derdikeve ji teref ehlîkoptera Apaçî ve êrîşa fuzeyî lê tê kirin. Li wir Şêx Ahmed Yasîn digihêje Rebbê xwe.” (ÎLKHA)