HUDA PAR: Em Qetlîama Enfalê bi xemgîn yad dikin
Navenda Giştî yê HUDA PARê di daxuyaniya ku di derbarê Qetlîama Enfalê de ya ku ji teref rejîma Baasê di nabeyna salên 1986 -1988an de li dijî gelê Kurd wek ‘Operasyona Enfalê’ pêk hat de destnîşan kir ji bo ku qetlîamên din ên wiha dûbare pêk neyên îhtiyacî bi wehdetê heye.
Navenda Giştî yê HUDA PARê, di derbarê Qetlîama Enfalê de ya ku ji teref rejîma Baasê di nabeyna salên 1986 -1988an de li dijî gelê Kurd wek ‘Operasyona Enfalê’ pêk hat de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wek partî ew Qetlîama Enfalê ya herî kêm 180 hezar însan ên ku ji teref rejîma Baasê di nabeyna salên 1986 -1988an de di encama zulma rejîmê ya ku wek ‘Operasyona Enfalê’ pêk hat de jiyana xwe ji dest dan carek din bi hizn û xem yad dikin.
“Bi hezaran însan wehşiyane hatine qetilkirin”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin heta ku rejîma Baasê ya di pîşewantiya Saddam Huseyîn de hat serûbinkirin li Herêma Kurdistana Iraqê zulm li gelê Kurd hatiye. Dûvre daxuyanî wiha hat destnîşankirin: “Di qîtlîamên ku wek komkuj ev 30 sal e pêk hatiye de êrîşa ewil a kimyayî di 16ê Nîsana sala 1987an de li herêma Balîsanê pêk hatiye. Di 17ê Cotmeha sala 1987yan de jî mintiqeyên çiyayî wek derên qedexe hatin îlankirin û Kurdên ku di vê herêmê de dijîna hatine koçkirin, wek komkuj hatine qetilkirinû heta sala 1989an wek sîstematîk ev yek domiye. Di bergeha van qetlîaman de di 16ê Adara sala 1988an de bajarê Helebçê bi bombeyên kimyayî hat bombebarankirin û bi hezaran însan jiyana xwe ji dest dan. Di 22yê Adarê de li dijî Karadagê bi bombeyên kimyayî êrîş hatin lidarxistin, di nabeyna 7-20ê Nîsanê de li herêma Germiyanê heta 3yê Gulanê de jî li Gundê Ekserê çekên kimyayî hatine bikaranîn.”
“Herêma Kurdistana Iraqê bûye wek kavil”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonan de gor hinek çavkaniyan herî kêm 180 hezar însan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 100 hezar jinebî, bi 10 hezaran êtîm û nêzî 20 hezaran jî windabûn çêbû. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin:
“Ji eliyeke din ve di encama komkujî û qetlîaman de gor hinek çavkaniyan ji 4 hezar û 665 gundên li Herêma Kurdistana Iraqê 4 hezarê wê bi komkujiya Enfalê hat serûbinkirin. Hezar û 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hat xerakirin. Di encama vê yekê de Herêma Kurdistana Iraqê bû wekê kavil.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin piştî ku rejîma Baasê di sala 2003yan de hat xerakirin bi sedan gorên wek kom derketine holê û zalim Saddam di demeke kurt de cezaya xwe kişand.
“Ji bo ku careke din qetlîamên wiha çênebin îhtiyacî bi şiûra Ummet û wehdetê heye”
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku careke din qetlîamên wiha çênebin îhtiyacî bi şiûra Ummet û wehdetê heye. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Ji bo ku careke din qetlîamên wiha çênebin, mihtacî bi îktîdariya Mislimanên ku ala Îslamê ji xwe re kirine armanc û îhtiyacî bi şiûra Ummet û wehdetê heye. Wek HUDA PAR em di salwegera vê qetlîamê de carek din serxweşî li gelê me ya mezlûm didin.” (ÎLKHA)