'Dê Ayasofya ji bo îbadetê were vekirin'
Nivîskar-Dîroknas Mustafa Armaganê ku di konferansa li Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî diyar kir ku dê di referandûmê de ‘erê’ derkeve û bi qerarnameya Serokkomar Erdogan a ku wek qerarnameya 5189 hat betalkirin re dê Ayasofya ji bo îbadetê were vekirin.
Nivîskar-Dîroknas Mustafa Armaganê ku di konferansa li Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî diyar kir ku dê di referandûmê de ‘erê’ derkeve û bi qerarnameya ku ji teref Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve wek qerarnameya 5189 hat betalkirin re dê Ayasofya ji bo îbadetê were vekirin.
Nivîskar-Dîroknas Armagan, destnîşan kir ku piştî Cenga Cîhanê ya Yekemîn Tirkiye hatiye îşqalkirin ku bi hezaran însan hatine qetilkirin. Armagan bal kişand ku di encama vê îşqalê de Yewnanî hatine wek 3 sal û nîv li Tirkiyê bicî bûne û 30 hezar pîrekên me hêştine jinebî.
“Pirtûkên ku Kabeyê wek zarên tewleyê dan hatin nivîsandin”
Armagan, diyar kir ku di nabeyna salên 1909 û 1919an de împaratorek çawa wekê pereyên hûr çawa hat xerckirin. Dûvre Armagan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hemî dizanin ku çawa wekê pereyên hûr hat xerckirin. Di Mutarekeya Mondros û dûvre jî hewl hat dayîn ku wê têxin nav tarîtiyê. Li dijî tekoşîna neteweyî û dewleta ku di encama vê yekê de hat damezrandin sekinîn. Tam me got em xelas bûn. Pêvajoyeke din dest pê kir. Geşedaneke ya ku dewlet û gel ji hev vediqetand derket holê. Pirtûkên ku Kabeyê wek zarên tewleyê dan hatin nivîsandin. Me vê yekê dît û em vê jiyan.”
“Ayasofya sembola azadiya me ye”
Armagan wiha pê de çû: “Tirkiye di qonaxeke girîng de ye. Dê ev vesazkirina wesayete û ev rejîma wesayetê xelas bibe? Gor wan heke hewldana derbeya 15ê Tîrmehê pêk bihatiba dê li Tirkiyê rejîmeke wesayetê ya nû pêk bihatiba. Rastî hewldana wan ew bû ku Tirkiye perçe bibe. Qehremanên vê welatê xelas nebûne. Karîn ku xwedî li welatê xwe derkevin. Lê ji bo ku ev lîstik werin xerakirin divê ku em gavên dê dawiya vê wesayetê bîne bavêjin. Ji ber vê yekê vekirina Ayasofyayê girîng e. Ayasofya sembola azadiya me ye. Dê di referandûmê de ‘erê’ derkeve û bi qerarnameya Serokkomar Erdogan a ku wek qerarnameya 5189 hat betalkirin re dê Ayasofya ji bo îbadetê were vekirin.” (ÎLKHA)