Almanyayê bernameya Wîladeta Pîroz
Li bajarê Leîpzîga girêdayê eyaleta Saksonyaya Almanyayê ji teref Takva Camîî ve bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.
Li bajarê Leîpzîga girêdayê eyaleta Saksonyaya Almanyayê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Seokê Lijneya Rêveberiya Takva Camîî Îsmaîl Kahrîman axavtina destpêka bernameyê kir. Kahrîman wek Tirk, Almanî û Kurdî silav da beşdarvanan.
Dûvre Prof. Dr. Omar Kamîl, wek Almanî di derbarê giringiya rojê de axavtin kir. Dûvre Wezîrê Guncaniyê yê Eyaleta Saksonyayê Petra Koppîng derket kursiyê. Koppîng diyar kir ku îlahiya Almanî ya ku hatiye gotin wî pirr kêfxweş kiriye.
Koppîng wiha axivî: “2 tişt xweşê min çû. Ya yekmenîn ew bû ku qîzan îlahî Tirkî gotin. A duyemîn jî Almanî. Bi vê şiklê min jî fêm kir ku ew çi dibêjin.”
Dûvre Koppîng got ‘Esselamu Aleykum’ û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beşdarbûna min a vê bernamê min pirr kêfxweş kir. Ji bo min li Saksonyayê îrtîbata ewledar a bi cemîyetên Îslamê re pirr girîng e. Lewra ev cemiyet jio bo me xalên girîng ên hewl û temasê ne. Di van cemiyetan de hindik jî bibe ev însan nirxên xwe li van deran dibînin. Ez dixwazim vê yekê ji were bibêjim. Hûn bi xêr hatine û em bernameyên we bi hirmet qebûl dikin.”
Dûvre rahîbeya berpirsyarê Dêra Thomas Brîtta Taddîken piştî ku silav da wiha diyar kir: “Her daweta ku ji teref Takva Camîî ve tê kirin me kêfxweş dike. Ez dixwazim ku dûvre biçim Takva Camîîyê ziyaret bikim.”
Dûvre Midûrê Ewlehiya Saksonyayê Bernd Merbîtzê ku herî dawî di sala 2015an de beşdarê bernamê bibû wiha axivî: “Her wext mirov bendewar e ku hûn tişteke hîn bibin. Rastî gelek tiştên ku divê em ji we hîn bibin hene. Ji bo ku em hevdû nas bikin ev yek girîng e. Gul, muhebbet, aşitî, şahiyê temsîl dike. Ez jî bi vê daxwaziyê ji we re teşekur dikim. Her wiha ez dixwazim ku di demeke kurt de Takva Camîîyê ziyaret bikim.”
Dûvre Muhammet Seçkînê ku li lser navê Takva Camîîyê axavtineke kir wiha destnîşan kir: “Çawa ku em li bajarê Leîpzîgê karên bisûd dikin divê ku haya me ji mafên cîrantiyê jî hebe.” (ÎLKHA)