Bi reqlamê mesaja derbeyê dane
Di derbarê medyaya FETO de di bergeha 15ê Tîrmehê de ji bo rojnamevanên firarî de 3 caran cezaya hepsê ya sermedî hat telebkirin. Di nav idîanameyê de reqlama Rojnameya Zamanê jî cî girt.
Di bergeha lêpirsîna hewldana derbeyê de di derheqê 17 kesên ku di nav wan de Nazli Ilicak, Ahmet Altan, Mehmet Altan û Tuncay Opçîn, Emre Uslu û Ekrem Dumanliyê ku di derheqê wan de biryara girtinê hatiye dayîn de idîaname hat amadekirin.
Di idîanameyê de hat diyarkirin ku FETO, beriya hewldana 15ê Tîrmehê agahî daye rojnamevanan û peyamên di derbarê derbeyê de dane. Her wiha hat diyarkirin ku di idîanameyê de midûrê weşana giştî yê Rojnameya Zamanê yê kevin Ekrem Dumanli ji ser êapemenî û weşanê rastiyan nedaye. Dumanli bi vê yekê mesaja derbeyê daye.
Her wiha hat diyarkirin ku reqlama Rojnameya Zamanê ya ku di derheqê wê de axavtin çêdibû jî di idîanameyê de cî girtiye. (ÎLKHA)