Yapicioglu: Partiya me qerareke dîrokî da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de destnîşan kir partiya wan di xala werçerxê ya dîroka Tirkiyê de qerareke dîrokî daye.
Yapicioglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir wan maslahata ummetê esas girtine û di referandûmê de dengê ‘Erê’ dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek HUDA PARê pîvana me esas ya di siyasetê de Îslama ezîz e. Ji ber vê pîvanê partiya me maslahata welat, millet û ummetê esas girt û di referandûma ku tê de guherîna makeqanûnê hat kirin de qerara dayîna dengê erê da û ji bo vê yekê tiştê pêwîst kiriye.”
Yapicioglu di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ew ê tesîr û erka partiya wan a di derheqê netîceya referandûmê de xelk teqdîr bike û dû re wiha pê de çû: “Partiya me di xala werçerxê ya dîroka Tirkiyê de qerareke dîrokî da. Ev qerar bi netîceyeke ku dê li gor mesleheta xelkê me bi netîce bû û ji bo me jî ya girîng ev bû.”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji dildar û endamên partiya xwe re teşekur kir û daxwaz kir ku encama dengdayînê ji memleket û xelkê re xêrê bîne.(ÎLKHA)