OHAL ji bo 3 mehan hat dirêjkirin
Di daxuyaniya ku ji teref Numan Kurtulmuş ve hat dayîn de hat diyarkirin OHAL ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Lijneya Ewlehiya Neteweyî li Kulliyeya Serokkomariyê civiye. Piştî civîna ku hat kirin re Berdevkê Hikûmetê û Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş daxuyanî da. Kurtulmuş di daxuyaniya ku da de de di derheqê OHALê de diyar kir OHAL ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Kurtulmuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir OHAL roja çarşemê dest pê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li gor qerara ku hatiye dayîn ji roja çarşemê seat 01.00an pê ve OHAL ji bo 3 mehên din hatiye dirêjkirin.”(ÎLKHA)