Cem Kuçuk ji heddê xwe derket
Rojnamger Cem Kuçuk di derheqê kêsên ku di keştiya Mavî Marmarayê de bûn gotina ‘tîpên manyaq’ bi kar anî ku ev yek jî bû sedemên bertekên tund.
Cem Kuçukê ku berşdarî bernameyeke TVyekê bû wiha got “ Di nava AK Partiyê de Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.”
Piştî ku Kuçuk van gotinan got re nexasim ji ser medyaya civakî jê re bertekên tund hatin nîşandan.
“Cem Kuçukê Îsraîliyê di nav me de em ê tê bi dozan manyaq û dîn bikin”
Endamê Lijneya Birêveberiya ÎHHyê Parêzer Gulden Sonmez jî ji ser hisaba xwe ya civakî wiha Kuçuk re bertek nîşan da “Cem Kuçukê Îsraîliyê di nav me de em ê tê bi dozan manyaq û dîn bikin.”(ÎLKHA)