'Hz. Muhammed rêberê heq û edaletê ye'
Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Gundê Îxliyaya Çinara Diyarbekirê hat tertîpkirin de hat diyarkirin Hz. Muhammed rêberê heq û edalatê ye.
Ji teref Koordînatoriya Navçeya Çinarê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û çend kesên din ji HUDA PARê û her wiha Serokê Navçeya Çinarê yê AK Partiyê Mehmet Alî Arzu beşdarî bernamê bûn. Xelkê gund jî eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.
Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan di bernamê de axavtinek kir û di derheqê kesayeta nimûna ya Hz. Muhammed de mînakan da û diyar kir ew rêberê heq û edaletê ye.
Kiliçaraslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda di vê qaînatê însan wek heyîna herî bi şeref xuliqand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Însan muxatabê Xweda ye. Xweda ji nava însanan pêxember şandiye, temamê van kitêbên semawî ji însantiyê re şandiye. Xweda bi wesfê îmanê qala me dike û gazî însanan dike. Xweda me şand vê dinyayê da ku em Wî û pêxemberê WÎ nas bikin. Xweda me ji bo exretê şand vê dinyayê. Em ji bo qezenckirina cenneta ebedî hatin vê dinyayê. Cennet ebedî ye. Xweda mihafeze bike ger me ji cennetê mahrûm bibin û cehennemê heq bikin felaketa mezin ev e.”
Bernameya Wîladeta Pîroz bi kirina diayan bi dawî bû.
Hat ragihandin beriya bernameya Wîladeta Pîroz Şubeya Îxliyayê ya Îttîhadul Ulemayê bi eleqeyeke mezin hat vekirin.(ÎLKHA)