“Em dibînin ku li heremê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe”
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç beşdarî taziya Xeyreddîn Demîrê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 23 salan di girtîgehê de tê girtin bû.
Vehbiye Demîra 75 salî berî vê çend rojan bi hesreta lawê xwe Xeyreddîn Demîrê ku 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin wefat kir. Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç beşdarî taziya Xeyreddîn Demîrê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 23 salan di girtîgehê de tê girtin bû. Kilinç ji ber ku destûr ji Xeyreddîn Demîr re nehatiye dayîn da ku beşdarî taziyeya diya xwe bibe ji rewşê re bertek nîşan da û got: “Em dibînin ku li heremê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe.”
“Însanek nikarebe were taziyeya diya xwe ev nehatin êş û elemê dide însên”
Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Tirkiyê hêj hiqûqa serdestan derbas dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî nikaribûn hatine taziya naskirî û nexasim diya xwe êşeke mezin dide mirov. Lê di qanûnê de ji mahkûman re destûr hatiye dayîn da ku heta 2 rojan werin taziyê. Mixabin em dibînin ku hêj li Tirkiyê hiqûqa serdestan derbas dibe. Me bi hev re dît ka ji mahkûmên dozên Balyoz û Ergenekonê re û ji mehkûmên vî rewşê re çawa muamele dikin.”
“Ne hûqûqa serdestan divê serdestiya hiqûqê bê esas bê girtin”
Kilinç di berdewama axavtina xwe diyar kir Xeyreddîn Demîr ev 23 sal e ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenaze û taziyê bibe ku em vê yekê wek îhlalkirina mafan dibînin. Ji bo ev sepana neheq û nehûqiqî bê sererastkirin bang li rayedaran dikin. Em hêvî dikin ne hûqûqa serdestan divê serdestiya hiqûqê bê esas bê girtin.”
Nûreddîn Demîrê birayê Xeyreddîn Demîr e di derbarê mijarê de diyar kir ew serîlêdan kirine da ku kekê wî beşdarî taziyê bibe lê jê re destûr nehatiye dayîn.(ÎLKHA)