Ji Rojnameya Tirkiyê re bertek
Rojnameya Tirkiyê bernameyên ‘Wîladeta Pîroz’ wek ‘Projeyên FETO’ wesfand, ji ber wesfandina ku hat kirin bertekên tund hatin nîşandan.
Rojnameya Tirkiyê di hejmera xwe ya îro de manşeta ‘ Diyanet Çima Hêj lê xwedî derdikeve? Wîladeta Pîroz Projeya FETO ye’ avêt. Di xebera ku bi îmzeya Abdulhekîm Arvas hatiye weşandin de bernameyên ku her sal bi beşdarbûna sed hezaran tên tertîpkirin nehatin dîtin û bernameyên Wîladetên Pîroz wek ‘Projeya FETO’ û ‘ecêbî’ hat wesfandin. Ji ber vê wesfandin û têkîldarkirina ku hat kirin gelek kes ji ser medyaya civakî bertekên tund ji Rojnameya Tirkiyê re nîşan dan.
Di xeberê de hat diyarkirin di sala 1898an de rojbûna Hz. Muhammed ji teref Prof. Dr. Suleyman HAYRÎ Bolay û Nivîskarên Rojnameya Zamanê Mumtazer Turkone ve qerar hatiye dayîn ku di bin navê ‘Heftiya Wîladeta Pîroz’ bê pîrozkirin.
Teweccuha xelkê ya li Hz. Muhammed gelo tê xwestin bi rojekê sînordar bikin?
Di xebera ku hat weşandin de hat îddîakirin ku bernameyên Wîladeta Pîroz bi şikleke zanebûn di heftiyên dawiyê yên meha nîsanê de tên tertîpkirin. Di xeberê de her wiha hat diyarkirin divê bername li gor teqwîma Hicrî di Qendîla Mewlûdê de bê tertîpkirin.
Ev tiştên ku di xebera Rojnameya Tirkiyê de hatine weşandin pirsa ‘Teweccuha xelkê ya li Hz. Muhammed gelo tê xwestin bi rojekê sînordar bikin?’ tînê bîra mirovan.
Her weke ku tê zanîn ji wan bernameyên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên tertîpkirin re meha nîsanê têrî nake. Lê ew daxwaza tenê rojekê kirina ‘Wîladeta Pîroz’ dibe sedem şiroveyên gelo ev xeber ji teref hêzên derve ve hatiye ‘sparîşkirîn.
Bikarhenêrên medyaya civakî bertek nîşan dan
Piştî vê xebera Rojnameya Tirkiyê bikarhenêrên medyaya civakî yên xwediyê hessasiyetê ji xeberê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin hewil tê dayîn bernameyên Wîladeta Pîroz bi FETO re têkîldar bikin.
Hinek bertekên ku hatine nîşandan wisa ne:
Oktay Gumuş: Rojnameya Tirkiyê ya ku ji kaxizê ye qet nikare yadkirina pêxemberê me asteng bike. Gelo Rojnameya Tirkiyê projeya kî ye?
Aydin Bînboga: FETO ji bo ku bi wasitaya Kîmse Yok Mu dizî kir ma em ê temamê komeleyan bigrin? Ma em bibêjin wîladeta pîroz projeya FETO ye û em pêxemberê xwe nedin naskirin?
Îbrahî Avci: Bibêjin niwêj jî projeya FETO ye şaş nemînin.
Halkin Portali: Ew fehmdariya FETO ya ku dihat xwestin li dijî bernameyên Wîladeta Pîroz bê çêkirin ji manşetan dan. Heddê xwe bizanin.(ÎLKHA)