'Edalet piştî Resûlullah vekişiya'
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê destnîşan kir edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapiciogluyê ku li Êlihê beşdarî bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bû diyar kir piştî Hz. Muhammed edaleta rastî ji ser rûyê erdê rabûye û wiha pê de çû: “Edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin. Edaleta rastî bi şopandina jiyana Hz. Muhammed mimkûn e.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ji wan kesên ku bernameyên Wîladeta Pîroz wek projeyên FETO nîşan didin re bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Nexasim di van çend rojên dawî de gelek îddîa hatin kirin û hatin gotin ku ev Wîladetên Pîroz projeya FETO ye. Lê piştî van îddîayan zêdebûna qelebalixan a di van bernameyan de watebar e. Nexasim xelkê Êlihê û Platforma Evîndarên Pêxember a ku vê bernameyê tertîp dike gelek zêde ji teref wê şebekeya ku jê re FETO dibêjin ve hatin mexdûrkirin. Ev koma ku ji destên wan zilma herî mezin dîtiye van bernameyan ji salonên girtî ber bi qadan ve anîn. Hemd ji Xweda re êdî qadên herî mezin jî têra vê qelebalixê nake.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye diyarkirin nirxand û wiha got: “ Nexasim îsal temaya edaletê derket pêş. Em tiştekî li kû winda kiribin divê em li wê derê lê bigerin. Edalet piştî Resûlullah û xelifeyên wî yên reşîd, hêdî hêdî ji ser rûyê erdê vekişiya. Her der bi zilmê hat dagirtin. Însan li her derê edaletê digerin. Gelek caran kesên k edalatê digerin baş nizanin edaletê li kû derê bigerin. Dibe ku edaletê di wan zihniyetên ku bûn sedema windakirina edaletê de digerin. Lê qet ne mimkûn e. Em li kû derê edaletê winda kiribin em ê li wê derê lê bigerin. Me edaletê piştî ku hikmê Îlahî nebû hakim re winda kir. Piştî ku beşer hikmî beşer kir re hinek însan ji bo însanên din ji xwe re bikin evd zilmê li wan kirin. Ji xwe tahakkumkirina însanan a li hev bi tena serê xwe zilm e. Li gor ku êdî em edaletê li wê cihê ku me lê winda kiribû digerin, ez hêvî dikim di demeke nêz de wê bibînin.”(ÎLKHA)