Li Gercewsê coşa Wîladeta Pîroz
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Gercewsa Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Gercewsa Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ hat lidarxistin.
Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Enfa-Derê ve hat lidarxistin de Mela Beşîr Şîmşek axivî. Şîmşek, destnîşan kir ku gor îfadeya Qurana Pîroz Hz Muhammed ji bo ku heq û edaletê tesîs bike hatiye dinê.
Şîmşek, wiha pê de çû: “Îsal wek temaya Wîladeta Pîroz me ji ber vê yekê ‘‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ bijart; Îro em dibînin ku li her derê dinyayê wekê beriya hatina Pêxemberê me zulm û qetlîamên mezin tên kirin. 24 saet zarok, ciwan û îxtîyar tên qetilkirin. Fitneke mezin belav bûye.”
Şîmşek wiha pê de çû: “Memleketên birayên me yên Misliman tên talankirin û dest li îfetên wan tê dirêjkirin. Dema ku em li vê menzerê mêze dikin em dûçarê rewşa hezar û 400 sal berê bûne. Ji ber vê yekê niha ji xeynî nan, hewa û avê niyaziya me ya zerûrî heq û edaleta Hz Muhammed e. Wek Misliman heta wek hemî mirovahiyê em mihtacê heqî edalet, hizûr û yekitiyê ne.” (ÎLKHA)