Li Entabê coşa Wîladeta Pîroz
Ji teref Koordînatoriya Bajêra Entabê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve vi beşdarbûna bi dehhezaran kesî bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.
Bername li qada mîtîngê ya li kêleka Lîseya Endustrî Meslek a Mehmet Akîf Ersoyê hat lidarxistin. Entabiya eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat lidarxistin dan. Di dema bernamê de Qur’ana Kerîm hat xwendin, îlahî û ezgî hatin bidengkirin û di derbarê giringiya rojevê de axavtin hatin kirin.
Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Osman Teyfur di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir di bin temamê neyîniyên li dinyayê de neheqî û bêedaletî heye. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji bo însan li ser dengeyekê bijî û ji bo jiyana xwe di çarçoveya heq û edaletê de bidomîne eql, fikir, îrfan, fitrat, wijdan û merhemet dayê. Xweda ji bilî van tiştan dîsa ji bo rêya rast nîşanî însanan bide ji wan re digel kitêban pêxemberan şand. Hêz û qewet da wan. Mîzan da pêxemberan da ku kitêbê li ser mîzanê bijîn û di jiyana însanetiyê de edaletê înşa bikin.
“Xweda zilmê ji însanan re herem kiriye”
Tayfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda zilmê ji însanan re herem kiriye û ji wan xwestiye ku li ser heq û edaletê bijîn. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Muheqqeq Xweda ji kesên bi edalet hez dike û ji kesên zilmê dikin jî hez nake. Ji ber vê yekê Rebbê me zilmê heram kiriye û ji wan xwestiye ku li ser heq û edaletê bijîn. Ji ber vê yekê însan mecbûr e jiyana xwe di çarçoveya wê xêzê de bijî. Ji ber ku însan ji vê heqîqetê dûr ketine û ji bo cardin edalet bê tesîskirin pêxemberên xwe şandiye. Resûlê Xweda ewil bi şîrka ku zilm e re micadele kiriye. Lewra şîrk di heqîqetê de zilm e.”
Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir di bin temamê neyîniyên li dinyayê de neheqî û bêedaletî heye û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber sepanên zilm û neheqiyê yên ku ji teref îdarevanan ve hatine kirin dinya ketiye haleke wisa. Nexasim îro ji ber ku erdnigariya Îslamê ji edalet û heqqaniyetê dûr ketiye û ji ber ku dev ji rêbertî û pêşivantiya Resûlullah berdaye bûye behra xwînê, bûye mîna diyarê cehnemê. Çareseriya vê halê nebaş cardin vegerîna Resûlullah e.
“Divê însanê vê erdnigariyê heq û edaletê li tû derê din negere, lewra heq û edalet di Îslamê de ye.”
Teyfur di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev erdnigarî bi Kurd, Tirk û Ereban bi temamê reng û zimanan ev hezar û tiştek sal ku bi şîara heq û edaletê gihaşt îro. Teyfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê nexasim di vê sedsala dawî de ev erdnigarî ji haveynê xwe tê dûrxistin. Dema ku wisa bû însanê vê erdnigariyê perçe bû û ji hev re bûn dijmin. Însanê vê erdnigariyê divê edalet û heqiyê li dereke din negerin. Lewra heq û edalet Îslamê, fermanên Xweda ye, Qur’an e û Tewhîd e. Lewra ev dîn temamê şîarên heq û edaletê bi xwe re aniye.”
Teyfur di dawiya axavtina xwe de diyar kir rêya ji zilma emperyalîstan xelasbûn di bin rêbertiya Resûlullah da civîn e.(ÎLKHA)