Komela Îslamî Yapicioglu ziyaret kir
Lijneyeke ji Şaxa Ciwaniya Partiya Îslamî ya Komela Kurdistanê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.
Lijneyeke ji Şaxa Ciwaniya Partiya Îslamî ya Komela Kurdistanê ya ku ji bo beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve dê were lidarxistin bibe hate Diyarbekirê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.
Serokê Giştî yê Şaxa Ciwaniya Partiya Îslamî ya Komela Kurdistanê Dr. Bestoon Hama Salîh û Serokê Bajarê Dihokê Abdulbarî Emîn ên ku di nav lijneyê de bûn, lijne ji teref partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Di ziyaretê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji ber xebatên Komela Îslamî yên li Kurdistanan Iraqê ziyaretvanan pîroz kir û dûv re di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz, biratî û edaletiyê de nirxandinan kir. (ÎLKHA)