Li Somaliyê 1.4 milyon zarok birçî ne
Di daxuyaniya ku ji teref UNÎCEFê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin li Somaliyê 1.4 milyon zarok bi birçîbûnê re rûbirû ne û ger tedbîreke acil neyê standin îsal jî dê 275 hezar zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest bidin.
Li Somaliya ku ji feqîrtirîn welatên dinyayê ye ji ber hişkesaliyê bi xetereya birçîbûnê re rûbirû maye. Di derbarê mijarê de ji teref UNÎCEFê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji teref UNÎCEFê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirn li Somaliyê 1.4 milyon zarok bi birçîbûnê re rûbirû ne û ev tezmîn li gor sala borî ji sedî 50 zêdetir e . Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ger tedbîreke acil neyê standin îsal jî dê 275 hezar zarok ji birçîna jiyana xwe ji dest bidin.
Marîxe Mercadeyê Berdevkê UNÎCEFê di daxuyaniya ku da rojnamegeran de diyar kir ger tedbîreke bi lez neyê standin dibe ku 275 hezar zarok ji ber îxtîmala nexweşiyên kolera, sorik û vijikê jiyana xwe ji dest bidin.
Li gor daneyên Bernameya Erzaqa Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî li Somaliya ku ev 25 sal e lê şerê navxweyî berdewam dike di sala 2011an de ji ber qeyrana birçîbûnê zêdetirî 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin nivê van kesên ku jiyana xwe ji dest dane zarokên bin 5 salî re ne. Her wiha ji ber qeyrana birçîbûnê ya li Somaliyê ji meha cotmeha sala borî vir ve nêzî 615 hezar kes mecbûr man ku warên xwe terk bikin.
Steven Lauwerîerê Temsîlkarê Somaliyê yê UNCICEFê ye di yar kir îsal nêzî 56 hezar zarokên ku ji ber birçîbûnê nexweş ketine hatine dermankirin û wiha got: “Ji bo heyata zêdetir kesan bê xelaskirin divê xebateke zêdetir û bi leztir bê kirin.”
Li Somaliya ku nûfusa wê 11 milyona e û ev 2 sal e ku lê hişkesalî hakim e nêzî 6 milyon însanan muxtacî alîkariyê ne.(ÎLKHA)