Eşqa Qur’anê Arakaniyên
Mislimanên Arakanî yên ku ji teref Hikûmeta Myanmarê û ji teref çeteyên Budîst ve tên qirkirin di kampên ku xwe lê spartinê de ji zarokên xwe re bi dayîna dersa Qur’anê dibin mînak.
Her weke ku tê zanîn Mislimanên Arakanî bi rê û rêbazên wehşî û hovane tên qetilkirin û her wiha zarok û pîrekên Misliman ev çendîn wext e ku ji teref Hikûmeta Myanmarê û ji teref çeteyên Budîst ve tên qirkirin. Temamê van kuştin, qetlîam û qirkirinan qet nabin asteng ku Mislimanên Arakanî Qur’ana Kerîm hîn bibin. Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta hikûmeta Arakanê û çeteyên Budîst xwe spartine kampên penaberan ên li sînora Bangledeşê zarokên xwe hînî Qur’ana Kerîm dikin ku ev yek jî girêdayîbûna wan a Îslamê nîşan dide.
Mislimanên Arakanî yên ku li Kampa Penaberan a Kutupalongê ya li Herema Cox Bazara Ukîaha Bangledeşê dimînin bi destên xwe ji xwe re mescîd û medrese çêkirine û li vê mescîd û medresê him îbadetên xwe dikin û him jî perwerdeya Îslamî didin zarokên xwe.
Di dîmenên ku di 30ê Nîsanê de hatine girtin de tê dîtin Mislimanên Arakanî yên ku li Kampa Penaberan a Kutupalongê ya li Herema Cox Bazara Ukîaha Bangledeşê dimînin jiyana xwe di nava sed zehmetiyê de diborînin. Her wiha di dîmenan de tê dîtin telebeyên medresê bi kêfxweşiyeke mezin mêvanên xwe yên ku tên medresê pêşîwaz dikin.
Di medreseya ku hatiye avakirin de ji bo zarokên ku dersê distînin û ji bo malbatên ku di kampê de dimînin rojane xwarina germ tê çêkirin. Lê belê ji ber ku nanê ku tê çêkirin hindik e têra hemî kesî nake. Ji be vê yekê Mislimanên ku di kampê de dijîn ji temamê Mislimanên dinyayê alîkriyê teleb dikin.
Berî niha ji teref ÎHO EBRAR û Yetîm-Derê ve bi xebat û kampanyayên ku hatibû destpêkirin pêdiviyên mîna derman, av, erzaq û cilan ên penaberên ku li kampê bûn hatibûn temînkirin.
Li gor agahiyên ku Myanmarî dane ÎLKHAyê hêj li Myanmarê zilm û zext berdewam dikin û Misliman jî ji naçarî koç dikin.(ÎLKHA)