Rayên Rûhanî gîhaşt 23 mîlyonê
Elî Esxer Ehmedî Serokê Saziya Hilbijartinê ya Mezin a Îranê dest nîşan kir ku di hilbijartina serokomariyê de serokê niha ya Hesen Rûhanî, ji 22 mîlyon û 796 hezar kesan deng standiye. Rûhanî, di beriya vê hilbijartinê de18 mîlyon û 613 hezar ray standi bû.
Elî Esxer Ehmedî Serokê Saziya Hilbijartinê ya Mezin a Îranê, di hilbijartina serokomariya 12mîn de belavbûna 40 mîlyon û 76 hazar û 729 rayan agahî da.
Ehmedî got, Hesen Rûhanî heta niha ji 40 mîlyon 76 hezar û 729 dengan ji 22 mîlyon û 796 hezar û 468 hilbijêran ray sitandiye.
Ehmedî dest nîşan kir ku 38 mîlyon û 914 hezar û 470 ray derbasdar e û ji endaman Seyyîd Îbrahim Reyisî 15 milyon û 452 hezar 194, Seyyîd Mistefa Mîrselim 455 hezar û 211 û Haşemî Taba 210 hezar û 597 deng standiye.
Serokomar Rûhanî, di beriya vê hilbijartinê de bi18 mîlyon û 613 hezar rayan wek serokomar hatibû hilbijartin.
Ehmedî her wiha got dê encamên teqez saet di 12.30 de bên eşkerekirin.
Li gor makezagona Îranê ji endaman, kî ji sedî 50 zêdetir dengan bistîne di tûra ewil da wê ji bo serokomariyê were hilbijartin. (ÎLKHA)