Heyeta HAMASê HUDA PARê ziyaret kir
Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê ye û heyeta pê re Serokatiya Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê ziyaret kirin.
Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê yê ku hatibû Diyarbekirê û heyeta pê re Serokatiya Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê ziyaret kirin.
Hat diyarkirin di nava heyeta ku beşdarî ziyaretê bû de ji bilî Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê her wiha Munîr Saîdiyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Desteka Filistînê û Serokê Giştî yê Navenda Têkîliyên Tirk-Ereban jî hebû.
Heyeta ku çû ziyaretê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel û ji teref Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu ve hat pêşîwazkirin.
Di ziyareta ku hat kirin de qala wan geşedaniyên ku li Sûriyê û Filistînê diqewimin û her wiha qala doza Qûdsê hat kirin û di derbarê mijarê de gotûbêj hat kirin.
“Doza Qûdsê doza ummetê ye”
Di dema ziyareta ku hat kirin de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel daxuyanî da û di derbarê çend mijaran de nirxandina kir. Temel diyar kir berdevk û heyeta HAMASê teşkîlata wan ziyaret kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xala me ya herî girîng bi wan re û xala ku em û wan li serê li hev dikin doza Qûdsê ye. Doza Qûdsê doza ummetê ye. Doza Qûdsê dozeke ku him bi dijminan û him jî bi dostana hatiye naskirine .Ji ber wê yekê dijiminên Qûdsê dijminên ummetê ne û dostên Qûdsê jî dostên ummetê ne. Em bi vî awayî bawer dikin.”
“Em bi qerar in di warê ji bo doza Qûdsê de gavên pêwîst bavêjin”
Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir em digel HAMASa ku li hember îsraîla siyonîst cebheya pêş e li ser meselê disekinin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi qerar in di warê ji bo doza Qûdsê de gavên pêwîst bavêjin.Ji ber vê minasebetê her kî ji bo rizgariya Qûdsê gavekê bavêjew, em ê jî destekê bidin wan. Ji ber vê yekê jî birayên em hatin ziyareta me. Em ji ber vê ziyareta ku hatiye kirin gelek kêfxweş in. Di derheqê vê mijarê de me gotûbêj kir. Bi izna Xwedê em hêvî dikin ev tişt ji bo dahatûyê veguherin gavên ber biçav.”
Divê ummeta Îslamê zêdetir destekê bide wê berxwedana li Xazzê û divê zêdetir lê xwedî derkeve
Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê ye di derbarê mijarê de diyar kir ew niha bi 3 meseleyan rûbirû mane û ji van meseleya yekem projeya xelaskirina doza Filistînê ye.
Hamdan di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ziyareta ku Trump li heremê kiriye û wiha axivî: “ Di ya rastiyê de armanceke tenê yê Trumpî hebû. Ew jî xelaskirina doza Filistînê ye. Meseleya duyemîn lewazkirina berxwedana mewcûd a li Xezzê ye ku hemd ji Xweda re him HAMAS û him jî komên berxwedanê yên din li gor berê bi hêz û qewettir in.Tiştê ku li ser me dikeve li Şerîaya Xerbê û li Qûdsê bihêztir kirina berxwedanê ye.Ya sêyemîn jî meseleya ji teref Ummeta Îslamê ve xwedîderketin û destekdayîna berxwedana li Xazzê ye. Bêşibhe ummeta Îslamê her tim li ba me cî girt. Em bawer dikin ku ew ê Xweda me muzaffer bike.”(ÎLKHA)