Esîrên Filistînî dawî li greva birçîbûnê anîn
Esîrên Filistînî yên ku ev 41 roj e di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de gireva birçîbûnê didomînin dawî li greva birçîbûnê anîn.
Esîrên Filistînî yên ku ev 41 roj e di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de ji bo balan bikşînin li ser şert û mercên zindanan, gireva birçîbûnê dikirin. Esîrên Filistînî piştî 41 yek rojan dawî li greva birçîbûnê anîn.
Îsa Karakê Serokê Heyeta Karên Esîran di derheqê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir piştî hevdîtinên ku nêzî 20 seatan domîn re temamê telebên êsîran hatine qebûlkirin û ji ber vê yekê jî dawî li greva birçîbûnê hatiya anîn.
Zêdetirî 1600 Filistiniyên ku di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de êsîr in di 17ê Nîsanê de ji bo heq û mafên ku bi hevpeymanan di bin ewlehiyê de ne ji wan re bên dayîn greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.(ÎLKHA)