Li Êlihê 35 zaroka Qur’an xitim kir
Li Êlihê tac li serê 35 zarokên ku Qur’anê xitim kirin hat kirin û bawernameyên wan ji wan re hat dayîn
35 zarokên ku di navbera temenên 4-6 salan de ne û di bin bunyeya Şaxa Êlihê ya Cemiyeta Mustezafan de perwerdehiya Qur’anê didîtin ji ber ku Qur’ana Kerîm xitim kirin bawernameyên wan hat dayîn û tac li serê wan hat kirin.
Malbatên zarokan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku ji bo zarokên wan hat tertîpkirin dan. Ji îdarevanên Bexçeya Zarokên Zêrîn Hamdiye Îpek di derbarê giringiya rojevê de axavtinek kir. Îpek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir wan hewil daye ji zarokan de kelama Xweda û her wiha exlaq û sunneta Hz. Muhammed hîn bikin ku ew ji bo vê armancê xebitîne.
Piştî axavtina ku hat kirin re bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Dû re skeç û leystik hatin pêşkêşkkirin. Do dawiya bernamê de ji 35 zarokên ku xwendina Qur’anê xelas kirine re bawernameyên wan ji wan re hat dayîn.
“Problema herî mezin a dewra me mezinbûna nesla ku bi şikleke xelet tê perwerdekirin e”
Siltan Demîra Endamê Şaxê Jinan a Cemiyeta Mustezafan e piştî merasîma dayîna bawernameyên zarokan axavtinek kir. Demîr di axavtina xwe de ji malbatên ku zarokên xwe ji wan re teslîm kirine re teşekur kir û wiha pê de çû: “Problema herî mezin a dewra me mezinbûna nesla ku bi şikleke xelet tê perwerdekirin e. Ger em dixwazin nesleke bi sihhet perwerde bikin, wê demê divê sazî û mamosteyên ku li gor bawerî, çand û kevneşopiyên me hebin. Em wek Cemiyeta Mustezafan bawer dikin Bexçeya Zarokên Zerîn û mamosteyên me di vê mijarê de nimûne ne.”
Piştî axavtina ku hat kirin re ji perwerdekarên ku keda wan di perwerdehiya zarokan de hebû re hediye hat teqdîmkirin.(ÎLKHA)